Çeteyan bi ser konê sersaxiyê de girt, 3 ciwan revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker di serdegirtina konên sersaxiyê yê li gundê Kefer Sefrê yê Efrînê de 3 ciwan revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin.

Çeteyan bi ser konê sersaxiyê de girt, 3 ciwan revandin
3 îlon, 2025   12:09
HELEB

Li gorî çavkaniyên xwecihî, çeteyên dewleta Tirk a dagirker şevê berê bi 5 erebeyan bi ser konê sersaxiyê yê li gundê Kefer Sefrê yê bajarê Cindirêsê yê Efrînê de hatiye vedan, girtin û 3 ciwanên tev li merasîma sersaxiyê bûne revandin.

Çavkaniyan da zanîn ku ji ber tirsa astengî û gefan malbatên ciwanan navên wan aşkera nekirin.

Li gorî hin agahiyên ji hundirê hatin girtin, 6 kes ji şêniyên taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê berê xwe dabûn Kefer Sefrê ku sersaxiyê bidin xizmên xwe. Lê di bin konê sersaxiyê de çeteyan 3 ji wan revandin.

Ev binpêkirin, piştî 3 rojan ji talaniya li gundê Bozikê yê bajarê Cindirêsê yê Efrînê ku çekdarên rûpoş ên girêdayî çeteyên dewleta Tirk a dagirker pêk anîbûn, pêk tê.

(fr)

ANHA