Îsraîl derbasî Quneytîrayê bû, 7 ciwan girtin

Hêzên Îsraîlê derbasî gundewarê Quneytîrayê bû û 7 ciwan girtin.

Îsraîl derbasî Quneytîrayê bû, 7 ciwan girtin
3 îlon, 2025   14:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Îsraîlê derbasî bajarokê Cibata El Xeşeb ê Quneytîrayê bûn û bi ser malekê de girtin û 7 ciwan girtin. Di encamê de di nava şêniyan de metirsî çêbû.

Hemwextî wê hêzeke din a leşkerî ya Îsraîlê ber bi bajarokên El Eşe û Esebeh ên başûrê Qunetîrayê ve çûn û bi ser gelek malan de girtin û dûre ber bi sînor ve vekişiyan.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyand ku konvoyeke leşkerî ya Îsraîlê ku ji nêzî 12 wesayîtan pêk tê duh di deriyê rojavayê bajarokê El Eşe re ber bi bajarokê El Esbeh ve çûn û li bajarok bendeke kontrolê danîn, gelek mal pişkîner kirin. Hemwextî wê balafirên bêmirov li asîman digerîn.

Ev pêşdeçûn, digel rageşiya leşkerî ya Îsraîlê li nêzî şerîda sînor pêk tê. Ev yek di nava şêniyan de metirsiyê çêdike. Li hemberê, Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê tu bersiveke fermî nedaye.

(fr)