Ferhan Hec Îsa: Şoreşa 19`ê Tîrmehê derketina li hember tunekirina hebûnê ye

Hevserokê Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kobanê Ferhan Hec Îsa destnîşan kir ku Şoreşa 19`ê Tîrmehê projeyeke demokratîk ji bo Rojava afirand, ev şoreşa derketina li hemberî tunekirina hebûn, ziman û çandê ye. Divê pêvajoya entegrasyona bi Şamê re li gorî taybetmendiyên gelê Kurd û misogerkirina destkeftiyên Rêveberiya Xweser pêk were.

Ferhan Hec Îsa: Şoreşa 19`ê Tîrmehê derketina li hember tunekirina hebûnê ye
19 tîrmeh, 2026   05:41
KOBANÊ

Bi boneya salvegera 14`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê, ajansa me hevpeyvînek bi hevserokê Rêveberiya Xweser a Bajarê Kobanê Ferhan Hec Îsa re çêkir. Îsa diyar kir ku şoreşê projeyeke demokratîk li ser bingeha pirrengî û hevjiyanê derxist holê. 

Ferhan Hec Îsa da zanîn ku divê di pêvajoya entegrasyona li gel Şamê de mafên gelê Kurd bên parastin û destkeftiyên Rêveberiya Xweser di destûra nû ya Sûriyeyê de bên misogerkirin.

Ferhan Hec Îsa diyar kir ku Şoreşa 19`ê Tîrmehê di demekê de ku li Rojhilata Navîn aloziyên dijwar ên di encamê zîhniyeta dîktatorî, kiryarên dijberiya gel, birçîkirinê û paşguhkirinê de dest pê kir. Şoreş projeyeke ji bo parastina nasname, ziman, çand û mafên jinan ava kir.

Îsa destnîşan kir ku di şoreşa Sûriyeyê de ku bi dirûşma daxwaza hilweşîna rejîma Baasê dest pê kir, paşê bû sedema pevçûn û destwerdanên navneteweyî û herêmî û vê yekê hişt ku civaka li Sûriyeyê ji hev veqete, şerê navxweyî û taîfî rû bide. Rêveberiya Xweser ji destpêkê, dûrî pevçûnên çekdariyê ket û “xeta sêyemîn” ya bi daxwaza azadî, demokrasî, mafên rewa û diyalogê hilbijart, her wiha projeya demokratîk a ku li şûna kuştinê aştiyê pêk tîne, ragihand.

Ferhan Hec Îsa da zanîn ku projeya Rêveberiya Xweser hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hembêz kirin, tevî ku rastî astengî û êrişên leşkerî jî hat, ev proje bû îradeya rastî ya gelê herêmê, tecrubeya siyasî û civakî ya ku bingeha xwe ji hevkariya di navbera pêkhateyan de digire, her wiha bû dibistana fêrkirin û pêşketinê jî.

QONAXEKE NÛ Û ASTENGIYÊN PIŞTÎ HILWEŞÎNA REJÎMA BAASÊ

Der barê qonaxa heyî ya piştî hilweşîna rejîma Baasê de Hec Îsa got: “Pêşketinên siyasî yên piştî hilweşîna rejîma Baas`ê qonaxeke nû ferz dike, herêm di guhertinên ewlekarî û siyasî re derbas dibe. Derheqê Durzî û Elewiyan de komkujî pêk hatin, li dijî herêmên Kurdî jî êriş rû dan û hewildanên qirkirina gelê Kurd çêbûn. Ji bo derketina li beramberî van tiştan hevpeyman çêbûn, ji wan jî ya 10`ê Adara 2025`an a di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî, hevpeymanan 18 û 29`ê Çileyê (2026) bû.”

Ferhan Hec Îsa wiha dom kir: “A esasî ji van hevpeymanan divê nirxên Şoreşa 19`ê Tîrmehê di nav de bên nûkirin, pêvajoya entegrasyonê jî divê li gorî rêzdariya li hemberî taybetmendiyên gelê Kurd û parastina destkeftiyên ku di salên borî de hatibûn bidestxistin pêk were, nepêkane em vegerin qonaxa beriya sala 2011`an.”

PEYMANA 29`Ê ÇILEYÊ Û MISOGERIYA MAFAN DI DESTÛRÊ DE

Girêdayî mijara pêvajoya entegrasyonê hevserokê Rêveberiya Xweser a Bajarê Kobanê Ferhan Hec Îsa got: “Rêveberiya Xweser peymana 29`ê Çileyê ji aliyê xwe ve li ser esasê misogeriya mafê gelê Kurd û destkeftiyên Rêveberiya Xweser di destûra nû ya Sûriyeyê de, pêk tîne.”

Hec Îsa bal kişand ser Biryarnameya 13`an û da zanîn ku ew gaveke erênî bû lê divê di çarçoveya hevpeymana civakî û destûrê de bi awayeke domdar mafê gelê Kurd bê misogerkirin.

Ferhan Hec Îsa got: “Em ê gav bi gav vê mijarê bişopînin, em ê dozên ku hîn nehatine çareserkirin bi rêya diyaloga siyasî û nîqaşan de çareser bikin.”

Ferhan Hec Îsa banga rawestandina gotara nefretê û şantajê kir, her wiha daxwaz kir ku mafê gelê Kurd li herêmên Sûriyeyê wekî li Hums, Şam û Laziqiyê jî bê naskirin, ew maf di destûrê de bi awayeke domdar bê misogerkirin.

Îsa di dawiya axaftina xwe de ev yek anî ziman: “Hikumeta heyî heke li gorî zîhniyeta rejîma Baasê bimeşe wê hilweşe, em miletek in, ji mafê xwe venagerin.”

Îsa bal kişand ser rola jinan di şoreşa Rojava de û got: “Em xwediyê şoreşa jinan in ku bi hêza xwe ya leşkerî û têkoşîna xwe ya domdar tê naskirin. Jinên Kurd mînakeke ji mînakên li cîhanê wekî jinên li Spanya û Fransayê ne. Jinan di meydanên siyasî, dîplomasî, rêxistinî û çandî de hêza xwe nîşan da û ew ê ji armancên xwe venegerin.”

Ferhan Hec Îsa soza meşa li ser şopa şehîdan û xebatên ji bo pêşerojeke azad û demokrat ji bo hemû gelê Sûriyeyê da û got: “Em ê nirxên şehîdên xwe biparêzin û li ser şopa wan bimeşin. Wê serkeftin a gelê Sûriyeyê be.”

(sb)

ANHA