Şêniyên Firatê şehîd Şêrko Mistefa oxir kir û 3 şehîd bi bîr anîn

Bi hezaran ji gelê Kantona Firatê endamê Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê Şêrko Mistefa yê di operasyona li dijî bazirganên narkotîkê de şehîd bû oxir kir û 3 şehîd bi bîr anîn.

4 mijdar, 2025   17:01
KOBANÊ

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê duh bi daxuyaniyekê ragihandibû ku endamê Şêrko Mistefa di 2’yê Mijdarê de li Kobanê di serdegirtina bazirganekî hişbirê de şehîd bûbû. Fermandariyê ragihandibû ku endamê wan Şêrko Mistefa ji ber şaştiyekê şehîd bû û diyar kir ku dê hesab were pirsîn. Îro jî bi amadebûna bi hezaran kesî li Pakrewangeha Şehîd Dicle ya Kobanê hat oxirkirin. Hemwextî wê 3 şehîdên Hêzên Parastina Gel (HPG) Hêlîn Kobanê ya ku di 20`ê Mijdara 2024`an de li Zapê û Aze Rojgirav a ku di 22`ê Mijdara 2024`an de li Zapê, şehîd bûn û Cemşîd Elî Esker ku di 14`ê Nîsana 2018`an de li Serhedê şehîd bû, li Kobanê hatin bibîranîn.

Piştî deqeyekê rêzgirtinê hevseroka Desteya Malbatên Şehîdan û Gaziyên Şer ên kantona Firatê Mistefa Êto axivî û anî ziman ku ew bi mîraseya şehîdan gihîştine vê rojê û wiha anî ziman: "Bi saya şehîdên xwe me li dijî her cure desthilatdarî berxwedaneke bêhempa da meşandin. Em niha di pêvajoyeke gelekî hesas re derbas dibin, dijminê me roj bi roj bi rêbazên cuda şerê xwe li hemberî me dimeşîne. Divê em jî li hemberî vî şerî xwedî helwest bin. Em ê bi hevgirtina civakê dawî li wê desthilatdariyê bînin."

Rêveberiya Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê ya Kantona Firatê Roceng Ebas axivî û anî ziman ku ew soz didin ku mîraseya hevriyê xwe bişopînin û heta dawiyê xwedî lê derkevin û got: "Di şerê li her derê de hevalê me Şêrko bê navber berxwedaneke bêhempa raber kir. Divê em xwedî li fikir û feslefeya Rêberê xwe derkevin, ger em xwedî li fikrê Rêberê xwe derkevin em ê xwedî li şehîdên xwe jî derkevin. Em weke endamên Rêveberiya Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê soz didin ku heta dawiyê xwedî li şehîdên xwe derkevin."

Piştî axaftinê wesîqeta şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin. Şehîd bi dirûşme û tililiyan hat oxirkirin.

Piştî oxirkirinê girseya gel berê xwe da konê sersaxiyê ya li taxa şehîd Ebdo ya bajarê Kobanê û sersaxî ji malbata şehîd Şêrko re xwest.

(sş/fr)

ANHA