Şêniyên Efrîn-Şehbayê: Em bi israr in azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk bînin
Şêniyên kantona Efrîn-Şehbayê diyar kir ku ew di pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de bi israr in.
Şêniyên kantona Efrîn-Şehbayê têkildarî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û têkoşîna ji bo azadiya wî ya fîzîkî nêrînên parve kirin.
Sebrî Îsmaîl pêkanînên desthilata Tirk ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan wek "kiryarên derexlaqî û newêrek" bi nav kirin. Îsmaîl got: "Ev pêkanîn me ji israra daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dûr naxe. Lê belê israra me zêdetir dike û dihêle ku em xwe di felsefeya wî de kurtûr bikin.”
Sebrî Îsmaîl anî ziman ku têkoşîna gelan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hêzên desthilatdar û komploger tengav dike.
Aslan Bekir jî got ew bi israr in ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin û diyar kir ku israr û bangên domdar ên ji bo azadiya Rêber Ocalan dikarin bêdengiya navneteweyî bişikînin.
Aslan anî ziman ku nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan têrê dikin ku azadiya gelên herêmê û jiyaneke birûmet mîsoger bikin.
Ranya Ehmed ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga mezinkirina têkoşînê kir û destnîşan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were pêwîstî bi israr, têkoşîneke siyasî, civakî û leşkerî heye.
(bb)
ANHA