Li Sûriyeyê di mehekê de 5 êriş çêbûn û sembolên DAIŞ`ê hatin hildan

Di vê mehê de li Sûriyeyê 5 êriş çêbûn û sembolên DAIŞ`ê li Dêrazorê, Hesekê û Reqayê hatin hildan.

Li Sûriyeyê di mehekê de 5 êriş çêbûn û sembolên DAIŞ`ê hatin hildan
26 mijdar, 2026   13:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Li hinek herêmên Sûriyeyê hat belgekirin ku şaneyên çeteyên DAIŞ`ê êriş kirine, bi taybet li parêzgeha Dêrazorê, Reqayê û Hesekê. Duh (çarşem) êrişî taxe El Mişêrfe ya bajarê Hesekê hat kirin.

7`ê Mijdarê li bajarokê Merkeda yê li başûrê Hesekê, çekdarên rûyê wan girtî, êrişî navendeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir.

13`ê Mijdarê jî li bajarokê Cidêd Begara yê dikeve rojhilatê Dêrazorê çekdaran êrişî endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir û di encamê de endamekî wan hat kuştin û 2 jî birîndar bûn. Di heman rojê de çekdaran li ser ser rêya El Siwer a dikeve bakurê Dêrazorê trimbêleke Hêzên Ewlekariya Hundirîn kire hedef.

24`ê Mijdarê çekdaran li bajaroka Baxozê ya girêdayî Dêrazorê êrişî otobuseke leşkerî ya girêdayî wezareta parastinê kir. Di encamê de şer çêbû û endamên hêzên ewlekariyê hatin kuştin û birîndar bûn.

Duh jî (25 Mijdar) li taxa El Mişêrfê ya bajarê Hesekê bi motorsîklêtên teqemeniyê êrişî navendeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn kirin û navend gulebaran kirin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyanî da û da zanîn ku çeteyên DAIŞ`ê êriş kirine û di encamê de 2 endamên wan jiyana xwe ji dest daye û 5 jî birîndar bûne. Her wiha 2 êrişkar hatine kuştin û êrişkarên dîtir jî xwe teqandiye.

Ajansa me di raporên ku berê weşandibû belgekiribû ku di xwepêşandanên li Hesekê, Reqayê û Dêrazorê hatibûn lidarxistin, al û sembolên DAIŞ`ê hatin rakirin û hewldanên provokasyonan hat kirin.

JI DESTPÊKA SALÊ VE 79 ÊRIŞ

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) 24`ê Mijdarê der barê êrişan de raporek weşandibû. Di raporê de hat ziman ku ji destpêka sala 2026`an ve 79 êriş çêbûne û di encamê de 62 kes (46 leşker, 8 sivîl, 8 DAIŞ`î) hatine kuştin. 44 êriş li Dêrazorê, 15 li Helebê, 10 li Reqayê, 4 li Hesekê, li Idlib û gundewarên Şamê 2 êriş û li Humsê û Hemayê 1 êriş, çêbûne.

Herî zêde êriş li Dêrazorê çêbûne û di encamê de 22 kes hatin kuştin û 15 birîndar bûn. Li Reqayê jî di encama êrişan de 13 kes hatin kuştin û 7 birîndar bûn. Li Hesekê 5 êriş û di encamê de 7 leşker hatin kuştin û zêdetirî 10 kesan birîndar bûn.

GIRTINA ŞANEYÊN VEŞARTÎ

Hêzên ewlekariya hundirîn ên Dêrazorê 1`ê Mijdarê raghand ku wan şaneyeke ji 2 kesan pêktê girtine. Ev her du kes destê wan di kuştina mirovan de heye û herî dawî endamekî wezareta parastinê Îbrahîm El Casim nêzî Mizgefta El Reşîd a bajarê El Meyadîn kuştin.

12`ê Mijdarê jî hêzên ewlekariyê yên parêzgeha Helebê raghand ku wan şaneyeke ji 4 kesan pêktê girtine û di encama pevçûnê de yek ji wan birîndar bûye û wan çek û madeyên teqemeniyê desteser kirine.

27`ê Îlonê jî hêzên ewlekariya hundirîn da zanîn ku wan şaneyeke girêdayî DAIŞ`ê girtine û wê şaneyê xwe li Reqayê, Helebê, Îdlibê û Humsê bi rêxistin kiriye.

Li gorî pisporên karûbarê terorê û yên dosya DAIŞ`ê li Iraq û Sûriyeyê dişopînin, piştî serweriya DAIŞ`ê sala 2019`an li bajarokê Baxozê yê Dêrazorê bi dawî bû, êdî ew li parêzgehên Sûriyeyê bi rêya şaneyan xwe bi rêxistin dike û tev digere.

(np)

ANHA