Li Tirbespiyê salvegera damezirandina PKK`ê hat pîrozkirin

Gelê Tirbespiyê salvegera damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê ya 48`mîn bi şahiyekê pîroz kir.

Li Tirbespiyê salvegera damezirandina PKK`ê hat pîrozkirin
Li Tirbespiyê salvegera damezirandina PKK`ê hat pîrozkirin
Li Tirbespiyê salvegera damezirandina PKK`ê hat pîrozkirin
Li Tirbespiyê salvegera damezirandina PKK`ê hat pîrozkirin
Li Tirbespiyê salvegera damezirandina PKK`ê hat pîrozkirin
Li Tirbespiyê salvegera damezirandina PKK`ê hat pîrozkirin
26 mijdar, 2026   15:34
Qamişlo

Şahî li Hola Roj bi beşdariya bi dehan şênî û saziyên civaka sivîl hat pîrozkirin. Pîrozbahiyê bi rêzgirtinê dest pê kir û li ser navê Însiyatîfa Gel Nûredîn Şakir axivî. Şakir diyar kir ku demezirandina PKK`ê bû rêya rizgarikirina gelê Kurd ji qirkirinê.

Nûredîn Şakir destnîşan kir ku ji bo gelê Kurd ev rojeke pîroz e, damezirandina PKK`ê Kurd ji planên qirkirinê ber bi rizgarkirin û bidestxistina mafên wan ve birin û got: “Dijminên me her tim dixwest me tune bike, lê rastî berxwedaneke dîrokî hatin. Em bang li hemû partiyên siyasî ên Kurdan dikin, hemû pirsgirêkan bidin hêlekê û ji bo yekrêziya gelê Kurd têkoşînê bikin û li hember kesên ku dixwazin Kurdan qir bikin li pêşiya wan bisekinin.”

Di şahiyê de Koma Şehîd Xebat a muzîkê, Koma Keziyên Zêrîn ya erbaneyê û Koma Şanoyê ya Şehîd Sebrî, berhemên xwe pêşkêş kirin. Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

(ex)

ANHA