Tîmên paqijkirina mayinan li dibistaneke Til Temirê dest bi rakirina mayinan kir

Tîmên paqijkirina mayinan li Dibistana Şehîd Ehmed El Wecrî ya Til Temirê dest bi paqijkirina mayinan kir.

Tîmên paqijkirina mayinan li dibistaneke Til Temirê dest bi rakirina mayinan kir
Tîmên paqijkirina mayinan li dibistaneke Til Temirê dest bi rakirina mayinan kir
Tîmên paqijkirina mayinan li dibistaneke Til Temirê dest bi rakirina mayinan kir
Tîmên paqijkirina mayinan li dibistaneke Til Temirê dest bi rakirina mayinan kir
Tîmên paqijkirina mayinan li dibistaneke Til Temirê dest bi rakirina mayinan kir
Tîmên paqijkirina mayinan li dibistaneke Til Temirê dest bi rakirina mayinan kir
25 mijdar, 2026   15:18
HESEKÊ

Tîmên paqijkirina mayinan ên MAG îro dest bi rakirina mayin û bermahiyên teqemeniyan yên şer ji Dibistana Şehîd Ehmed El Wecrî kir ku di navbera gundên Qubur El Qerajna û Şêx Elî li gundewarên bakurê Til Temirê de ye. 

Bi destpêkirina operasyonên paqijkirinê re, ders li dibistanê ji bo 10 rojan hatine rawestandin da ku tîmên pispor bikarin di hundir û derdora avahiyê de lêkolîn û operasyonên paqijkirinê bikin.

https://hawarnews.com/ar/148835

Ajansa me berê di raporekê bal kişandibû ser hebûna mayîn û bermahiyên şer li hundir û derdora dibistanê û gefên rasterast ên ku ev yek li ser jiyana zêdetirî 200 xwendekaran çêdike.

(k)

ANHA