Rewşenbîran xetereya peymana Enqere û Bexdayê vegot

Rewşenbîran diyar kir ku peymanên di navbera dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Iraqê de dê bandorên neyînî li gelên Iraq û Sûriyeyê bikin. Rewşenbîran ji ber peymanan hişyarî da.

Rewşenbîran xetereya peymana Enqere û Bexdayê vegot
24 tebax 2024   04:25
REQA
MIHEMED XELÎL

Rewşenbîrên kantona Reqayê têkildarî peymanên ewlehî, siyasî, aborî û leşkerî ku hikumeta Iraqê û dewleta Tirk a dagirker de îmze kirine, axivîn.

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Reqayê û çalakvanê mafê mirovan Şewax El Elî diyar kir ku dewleta Tirk bi rêya îmzekirina peymanan bi hikumeta Iraqê re, dixwaze parçeyên din ên xaka Iraqê dagir bike. El Şewax bi van gotinan bal kişand ser xetereyên van peymanan: “Ev peyman xetereyên mezin li ser xaka Iraq û Sûriyeyê çêdikin. Armanc ji van peymanan şerê tevahî hêzên ku hewl didin projeya neteweya demokratîk bi pêş bixin, bikin."

El Elî da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi rêya îmzekirina peymanên biguman krîzên xwe yên navxweyî derbasî welatên cîran bike û got: "Ev peyman xwedî bandorên siyasî ne ku di serî de Iraq û Sûriyeyê, ewlehiya herêmê dixe metirsiyê."

Hevserokê Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Reqayê Hesen Mistefa diyar kir ku armanc ji peymanên ku qaşo ji bo xurtkirina tevkariya di navbera her du welatan de hatine îmzekirin, di rastiya xwe de ji bo bihêzkirina dagirkeriya Tirk a li Iraqê ne.

Mistefa anî ziman ku hikumeta Iraqê êdî girêdayî dewleta Tirk a dagirker û destwerdanên derve û yên herêmî ye ku dest danîne ser hin beşên xaka Başûrê Kurdistanê.

Hesen Mistefa destnîşan kri ku Tirkiye ku xwedî armancên mêtingeriyê hewl dide zextê li Sûriye, bi taybetî li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike " Ev zext û bandor dê bi awayekî rasterast nebe, lê ji bo demeke dirêj bin."

Hesen Mistefa got divê gelên Iraq û Sûriyeyê ji xetereyên van peymana werin hişyarkirin.

(bb)

ANHA