3 sal in nayê berdan, divê emeliyat bibe, malbat alîkarî dixwaze

Girtiyê azadiyê Dijwar Îsmaîl diviyabû 3 sal beriya niha hatiba berdan, lê bi hincetên cuda berdana wî tê taloqkirin. Malbata girtiyê 64 salî ku gelek nexweşiyên wî hene û divê were emeliyatkirin, banga alîkariyê kir. 

3 sal in nayê berdan, divê emeliyat bibe, malbat alîkarî dixwaze
24 tebax 2024   06:35
AMUDÊ
SÎMA BIROKÊ

Dijwar Nesrî Îsmaîl (Ridwan Îsmaîl) 17`ê Îlona 1991’an ji ber xebatên di nava Tevgera Azadiyê de li Bakurê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hat girtin û cezayê muebedê li wî hat birîn. 

Li gorî qanûnên dewletê kesên ku cezayê muebetê digirin, piştî 30 salên di girtîgehê de, tên berdan. Dijwar Îsmaîl jî 30 salan girtî ma, lê tevî ku 3 sal di ser vê demê re derbas bûne jî, nayê berdan.

NE DIYAR E KU DÊ BÊ BERDAN AN NA

Cezayê Dijwar Îsmaîl 5`ê Îlona 2021`an bi dawî bûye, lê rêveberiya girtîgeha dewletê, ev 3 salin bi hincetên cuda ji bo 3 meh an jî 6 mehan serbestberdanê taloq dike. Herî dawî di Hezîrana 2024’an de serbestberdana Dijwar ji bo 3 mehên din hatibû taloqkirin. Ev dem wê di Îlona 2024’an de bi dawî dibe. Lê ne diyar e ka wê bê berdan an na.

MALBAT BI FIKAR E

Li gorî agahiyên malbatê, Dijwar Îsmaîl ê 64 salî, bi gelek nexweşiyan ketiye, nikare destê xwe baş bikar bîne, sinûzîta wî heye, lê êşa wî ya herî giran jî ji piştê ye û divê were emeliyatkirin.

Ji 2013’an ve astengî ji malbatê re tê derxistinû nikare biçe sardana Dijwar Îsmaîl, lewma tenê bi riya telefonê dikarin hevdîtinê bikin. 

Dijwar Îsmaîl herî dawî 9’ê Tebaxê (2024) bi riya telefonê li gel malbatê axiviye û gotiye ku ji ber êşa piştê ew rakirine nexweşxaneyê û bijîşkan jê re gotiye divê emeliyat bibe. Lê nehatiye emeliyatkirin û ew vegerandine girtîgehê.

Endamên malbatê bi fikarin ku dema berdana Dijwar dîsa were dirêjkirin û rewşa tenduristiya wî girantir bibe.

Birayê Dijwar Îsmaîl, Tewfîq Îsamîl bi bîr xist ku êşa pişta birayê wî ji ber êşkenceya li wî hatiye kirin, derketiye holê û ev tişt anîn ziman: “Temenê wî 64 sal in, normal jiyan nake û rojê nabîne, lewma wê tenduristiya wî nebaş be. Em daxwaza serbestberdana birayê xwe dikin.”

Tewfîq Îsmaîl destnîşan kir ku girtîgehên dewleta Tirk dûrî pîvanên edalet û mirovahiyê ne bang li rêxistinên hiqûqî kir ku ji bo serbestberdana birayê wî destek bidin.

Girtiyê azadiyê Dijwar Nesrî Îsmaîl (Ridwan Îsmaîl), ji gundê Sinceqa Sedûn ê bajarê Amûdê ye. Niha li di Girtîgah Tîpa T a Hejmara 1`an a Afyonkarahîsarê ye, li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a ku li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê kar dimeşîne, di nava 384 girtiyên ku berdana wan tê taloqkirin de Dijwar Îsmaîl girtiyê ku berdana wî herî zêde tê taloqkirin e.

(a)

ANHA