Bi fermana Elî Zeydî li Kerkûk û parêzgehên din hêzên leşkerî hatin bicihkirin

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Iraqê Yehya Resûl ragihand bi fermana Serokwezîr Elî Zeydî li parêzgeha Kerkûk û çend parêzgehên din hêzên leşkerî hatin bicihkirin.

Bi fermana Elî Zeydî li Kerkûk û parêzgehên din hêzên leşkerî hatin bicihkirin
25 mijdar, 2026   23:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Iraqê Yehya Resûl têkildarî bcihkirina hêzên leşkerî li parêzgeha Kerkûk û çend parêzgehên din daxuyaniyek weşand.

Yehya Resûl ragihand bi fermana Serokwezîr Elî Zeydî li parêzgeha Kerkûk û çend parêzgehên din hatine belavkirin.

Yehya Resûl got ku yekîneyên Artêşa Iraqê ferman û talîmatên Fermandarê Giştî yê Parêzgeha Kerkûkê cîbicî dikin.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Iraqê got ku hêzên wê rêyên qaçaxçîtiya petrolê digirin.

Ev jî di demekê de ye ku Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî çend biryarên nû li dijî Herêma Kurdistanê ragihand, di nav wan de şandina leşkeran bo zeviyên petrolê û nuqteyên sînor.