Şêniyên Dêrazorê sûcên çeteyên hikumeta demkî şermezar kirin

Pêkhateyên civakî yên li kantona Dêrazorê sûcên çeteyên hikumeta demkî yên li dijî niştecihên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêd ên Helebê şermezar kirin û daxwaza yekitiya gelê Sûriyeyê li dijî armancên dewleta Tirk kir.

Şêniyên Dêrazorê sûcên çeteyên hikumeta demkî şermezar kirin
Şêniyên Dêrazorê sûcên çeteyên hikumeta demkî şermezar kirin
Şêniyên Dêrazorê sûcên çeteyên hikumeta demkî şermezar kirin
Şêniyên Dêrazorê sûcên çeteyên hikumeta demkî şermezar kirin
17 ÇILE, 2026   06:05
DÊRAZORÊ
RIHAB EL UGLA

Li kantona Dêrazorê hers û nerazîbûna gel li hember sûcên ku li Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêd ên Helebê hatine kirin, berdewam dike.

Hevserokê Meclisa Ermenî ya Dêrazorê Aram Qerebêt êrişên li dijî Kurd û pêkhateyên din ên li Helebê bi tundî şermezar kirin.

Qerebêt got: "Ev êriş rasterast ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hatine destpêkirin da ku projeya entegrasyonê ya di 10`ê Adara 2025`an de hatiye îmzekirin, têk bibe û asteng bike ku gelê Sûriyeyê hêvî dikir ew gaveke ber bi yekitiya Sûriyeyê ve be."

Qerebêt bêdengiya navneteweyî ya li ser sûcên çeteyan şermezar kir û bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku cihê kesên winda û girtiyan aşkera bikin. Qerebêt wiha lê zêde kir: "Em, pêkhate û olên cuda yên Sûriyeyê, yek helwest in li dijî armancên Tirkiyeyê yên li dijî yekitiya gelê Sûriyeyê. Em diyar dikin ku çareserî di vegera ser maseya dan û standinan û bicihanîna şertên peymana 10`ê Adarê de ye.”

Hevseroka Rêxistinên Civaka Demokratîk a Kantona Dêrazorê Rîm Faris sûcên li her du taxan hatine kirin şermezar kirin. Rîmê got: "Tiştê ku li Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêd qewimî, bêrêziya li hember cenazeyan, hedefgirtina zarok û jinan şermek e. Em bi berxwedana gelê xwe li wir serbilind û em bi berxwedana gelê xwe re ne.”

Rîmê bang li civata navneteweyî kir ku bêdengiya xwe ya li ser wêrankirina binesaziyê û koçberkirina sivîlan bişkîne û diyar kir ku îradeya gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji makîneya şer a Tirkiyeyê xurttir e.

Hevseroka Komîteya Çandinî û Avdanê a Kantona Dêrazorê Kîfah El Himûd diyar kir ku êrişên li dijî sivîlan li Helebê sûc in û armanca wan çêkirina tevliheviyê ye. El Himûd da zanîn ku divê tundî were rawestandin û diyalog were pêşxistin da ku siberojeke ewle ji bo hemû gelên Sûriyeyê were avakirin.

El Himûd di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku hewldanên ji bo gurkirina nakokiyan bi rêya medyaya dîjîtal dê nikaribin tevna civakî ya Sûriyeyê hilweşînin û berxwedana li Şêxmeqsûdê dê xeta yekem a parastina rûmeta hemû gelên Sûriyeyê be.

(k)

ANHA