Berxwedêrê Eşrefiyê: Dixwestin komkujiyên Beravê û Siweydayê dubare bikin

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Doxan Sebrî Hesen ku di berxwedana Eşrefiyê de birîndar bû, da zanîn ku di nava komên çete yên êriş kirine de komên bi navê Siltan Murad, El-Hemzat, El-Emşat û Cebha El-Şamiye jî hebûn.

Berxwedêrê Eşrefiyê: Dixwestin komkujiyên Beravê û Siweydayê dubare bikin
17 ÇILE, 2026   05:05
QAMIŞLO

Doxan Sebrî Hesen ku ji lingê xwe birîndar bûye, serpêhatî û şahidiyeta xwe ya berxwedana Eşrefiye û Şêxmeqûsd ji ANHA’yê re vegot.

Doxan Hesen, da zanîn ku beriya êrişên 6’ê Çileyê jî çeteyan êriş dikirin û got: “Çend rojan êriş kirin. Me 4 caran êrişên wan têk birin.”

Doxan Hesen bibîr xist ku komên çeteyan 6’ê Çileyê dest bi êrişên mezin kirine û wan jî berxwedanek tund nîşan daye.

Doxan Hesen, anî ziman ku hemû komên çeteyan di êrişan de cih girtine û got: “Di nava wan de komên bi navê Sultan Murad, Hemzat, Emşat û Cebha El-Şamiyê û hwd. hebûn. Beriya êrişan bi van koman re civîn hatine çêkirin. Ew jî bi destekdayîna Wezareta Parastinê ya Suriyeyê tevdigeriyan. Cîhan tev dizane komên êriş dikirin çete ne, lê tu kesî dengê xwe dernexist.”

Doxan Hesen, destnîşan kir ku wan ji bo parastina gel û zarokên xwe bi çekên ferdî 6 rojan li ber xwe daye û got: “Têkoşîna me ji bo jiyanek bi selametî ya zarokên me ye. Me pergalek wekhev û demokratîk ava kiriye. Wana êrişî vê yekê kirin.”

ALÎKARIYA GEL 

Doxan Hesen, kêliyên birîndarbûna xwe jî vegotin û wiha dom kir: “Me li eniya şer berxwedanek mezin nîşan da. Hinek çete bi veşartî ketibûn nava hinek avahiyan û noqteya hêzên ewlekariyê gulebaran kirin. Wê demê ez ji lingê xwe birîndar bûm. Hevalek li kêleka min jî şehîd bû. Piştre hevalên me ew êrişkar kuştin.” Doxan Hesen piştî birîndar bûye, xwe gihandiye nexweşxaneya Henan, li wir jî şêniyan alîkariya wî kiriye, ew veguhestiye nexweşxaneya Yasîn.

Doxan Hesen anî ziman ku piştre tax hatine dorpêçkirin, tevgera balafirên bê mirov ên bi çek gelekî zêde bûye, û nexweşxane jî bûne hedefa top, tang, û balafirên bê mirov.

Hesen got: “Gelê sivîl ên derdorê jî derbasî cem nexweşxaneyê bûn, wê demê gelek birîndar û şehîd hebûn.”

‘DIXWESTIN KOMKUJIYÊN LI BERAVÊ Û SIWEYDA DUBARE BIKIN’

Doxan Hesen da zanîn ku komên çeteyan dixwestin komkujiyên wan li herêmên Beravê û  Siwêyda yên Suriyeyê pêk anîne, li van taxan jî pêk bînin, lê  wan biryara berxwedana heta dawiyê daye û wiha pê de çû: “Sala derbasbûyî li dijî Şehbayê ev yek pêk anîn. Van kiryaran bi desteka dewleta Tirk dikin. Li hemberî vê yekê berxwedaneke pir mezin hate dayîn, şerekî pir giran û dijwar bû. Şêniyên ku heta dawiyê di Şêxmeqsûd de man heta dawî li ber xwe dan. Serê xwe netewandin û her tişt danîn ber çavên xwe. Tiştekî ku navê wê teslîmiyet e, li cem me tune ye.”

(sb/a)

ANHA