Al Monitor: Tom Barrack dixwaze li Hewlêrê bi Mazlûm Ebdî re bicive

Malpera Al Monitor a Amerîkayê diyar kir ku Nûnerê Amerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barrack dixwaze di demeke nêz de li Hewlêrê bi Fermandarê Giştî yê (QSD) Mazlûm Ebdî re bicive.

Al Monitor: Tom Barrack dixwaze li Hewlêrê bi Mazlûm Ebdî re bicive
16 ÇILE, 2026   19:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera Al Monitor a Amerîkayê, Nûnerê Amerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barrack dixwaze di demeke nêzîk de li Hewlêrê bi fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî re bicive.

Malperê destnîşan kir ku armanc ji vê serdanê bi awayekî bingehîn kêmkirina nakokiyan û dûrketina ji rageşiya muhtemel e.

Ev yek, di demekê de li bajarê Dêr Hafirê rageşiyek leşkerî ji aliyê hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve û seferberiya ragihandinê li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye, pêk tê.

Girêdayî mijarê, îro şandeyek Koalîsyona Navneteweyî bi fermandarên QSDˊê re li Dêr Hafirê civiya.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) jî dabû zanîn ku ew pêşdeçûnên li Sûriyeyê ji nêz ve dişopînin.

Berdevkê CENTCOMˊê Kaptan Tim Hawkins ji Al Arabiya English re got: "Hêzên Amerîkayî vê dawiyê gihîştin Dêrr Hafirê da ku rûdanên li ser erdê binirxînin, bi hevkarên Sûriyeyî re têkilî daynin û ji bo aramkirina rewşê bibin alîkar."

Hawkins diyar kiribû ku: "Sûriyeyeke aştiyane ji bo parastina selametî û aramiyê li seranserê herêmê pir girîng e."

(fr)