Şêniyên Şedadê du şehîdên QSD’ê oxir kirin

Şêniyên Şedadê cenazeyên şehîd Îbrahîm El Şeîtî û Hesen El Ukla li goristana şehîdan a bajêr veşartin û piştrast kirin ku fedakariya şehîdan wê ji bo nifşên ku li ser rêya azadiyê dişopînin wekî çira bimîne.

27 tîrmeh, 2025   17:24
HESEKÊ

Şêniyên bajarê Şedadê yê başûrê kantona Cizîrê, cenazeyên 2 şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê Îbrahîm Xidir El Şeîtî û Hesen Merwan El Ukla li goristana Şehîdan a bajêr, bi mersîmeke heybet veşartin.

Bi dehan şêniyên bajar û bajarokên wî, li gel malbatên şehîdan, endamên saziyên rêveberiya sivîl, komîteyên perwerdeyê û şervanên QSD’ê beşdarî merasîmê bûn.

Di axaftinan de soza şopandina rêya şehîdan û têkoşîna wan li hember komployên li dijî ewlehiya herêmê, hate dayîn.

Îbrahîm El Şeîtî 23’ê Tîrmehê, di encama teqîna mayînekê de li bejahiya Dêrazorê û Hesen El Ekla jî di 25`ê Tîrmehê de li heman herêmê bi suîqestê şehîd bûn.

Piştî merasîma leşkerî, endamê Meclisa Malbatên şheîdan Mihemed Xelîl axivî û got: “Em sersaxiyê ji malbatên şehîd Hesen û Îbrahîm re dixwazin. Em ji Xwedê dixwazin ku sebir û aramiyê bide malbatên her du şehîdan. Şehîd; ji bo em bi rûmet û azad bijîn, canê xwe feda dikin. Xwîna wan a pak, têgehên wefedariyê û fedekariyê nivîsandin."

Her wiha yek ji fermandarê QSD’ê Întîkam Til Temir jî li ser navê hêzên Dêrazorê, sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwest û tekez kir ku fedakariya wan wê ji bo nifşên pêşerojê li ser rêya azadiyê wekî çira bimînin.

Di merasîman de, wesîqeya şehadetê ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan ve hatin xwendin û piştre bi fermî radestî malbatên her du şehîdan hatin kirin.

Di dawiyê de cenazeyê şehîdan hatin hilgirtin û di nav tilîliyên dayikan de hatin veşartin.

(ac/şx)

ANHA