Îro komeke din a dîlgirtiyan tê berdan

Îro komeke din a şervanên QSD‘ê yên dîlgirtî tên berdan.

Îro komeke din a dîlgirtiyan tê berdan
Îro komeke din a dîlgirtiyan tê berdan
Îro komeke din a dîlgirtiyan tê berdan
Îro komeke din a dîlgirtiyan tê berdan
Îro komeke din a dîlgirtiyan tê berdan
25 gulan, 2026   13:21
HESEKÊ

Îro komeke nû ya dîlgirtiyên QSD‘ê yên li cem hikumeta demkî tên berdan.

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed der barê mijarê de agahî dan û got îro saet di 14.00àn de komeke nû ya dîlgirtiyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) tên berdan. Dîlgirtî dê li Staduyma Beledî ya li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê werin pêşwazîkirin.

Nûredîn Ehmed diyar kir ku ev gav di çarçoveya xurtkirina ewlehiyê û çareserkirina vê dosyayê de pêk tê. Her wiha îşaret pê kir ku dê di demên pêş de komên nû werin berdan.

Navên 88 dîlgirtiyên ku dê îro werin berdan hatine parvekirin.

(bb)

ANHA