Partiya Yekitiya Ermen şêwazê tayînkirina endamên parlamentoyê red kir

Partiya Yekitiya Ermen mekanîzmeya tayînkirina endamên parlamentoya Sûriyeyê (Meclisa Gel) red kir û wek siyaseta dûrxistinê li dijî Ermen û pêkhateyên xiristiyan bi nav kir.

Partiya Yekitiya Ermen şêwazê tayînkirina endamên parlamentoyê red kir
25 gulan, 2026   14:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Yekitiya Ermen der barê mekanîzmaya destnîşankirina endamên parlamentoya Sûriyeyê (Meclisa Gel a Sûriyeyê) li parêzgeha Hesekê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuuyaniyê de hate gotin: “Partiya Yekitiya Ermen xemgînî û fikara xwe ya kûr têkildarî mekanîzmaya ku di hilbijartinên Meclisa Gel a li Parêzgeha Hesekê de hatiye pejirandin, nîşan dide. Ev mekanîzme bûye sedema dûrxistineke aşkera ya civaka Ermen û xiristiyanan û civakên din. Ev yek dûrketina ji prensîbên tevna nîştimanî ya Sûriyeyê ye ku li ser pirrengî û rêzgirtina mafên hemû civakan hatiye avakirin.

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin: "Proseya hilbijartinan îradeya rasteqîn a gelê parêzgeha Hesekê nîşan nade, ji ber ku hilbijêr hema bêje bi tevahî bi karmendên saziyên dewletê an rêxistin û komeleyên girêdayî wan ve sînordar bûn, beşên berfireh ên welatiyan ji mafê wan ê destûrî yê hilbijartina nûnerên xwe bêpar  hat hiştin. Ev jî bû sedema encamên ku rastiya civakî û demografîk a parêzgehê nîşan nadin."

Partiya Yekitiya Ermen mekanîzmeya diyarkirinê wek “paşguhkirinek neheq a rola dîrokî, çandî, siyasî û neteweyî ya Ermeniyên li Sûriyeyê ava kirine" şîrove kir û diyar kir ku gelê Ermen bi nasnameya xwe ya dîrokî ve girêdayî ye û bi sedên salan de di pêşxistina xebatên aborî, bazirganî, pêşesazî, mîmarî, huner, şano, mûzîk, perwerde û çand de pêşengtî kir, di heman demi de bi awayekî çalak cihê xwe di meclisên qanûsaz û hikumetan de girtin. Her wiha ji bo avakirina Sûriyeyeke azad bi hezaran şehîdan dane. Paşguhkirina van rolan ne heqiyek e û ne li gorî prensîbên edalaeta nîştimanî û ne jî dîroka pirreng a Sûriyeyê ye.

Partiya Yekitiya Ermen bang kir ku mekanîzmaya diyarkirina nûnerên Hesekê li ber çavan bigire, her wiha ev daxwazên xwe ragihandin:

- Divê desteyeke hilbijartinê ya adilane û şefaf were avakirin.

- Divê nûnertiya hemû pêkhateyan; Ermen, Kurd, Asur, Ereb û pêkhateyên din ên olî û neteweyî wekhev be.

- Divê kursî ji nû ve werin dabeşkirin ku rastiya rewşa parêzgehê nîşan bide.

Di daxuyaniyê de hate gotin, di demekê de ku pêdivî bi yekitiya nîştimanî zêdetir dibe, lê berdewama siyasetên dûrxistin û paşguhkirinê hevgirtina civaka Sûriyeyê tehdît dike, parçebûna di navbera  pêkhateyan de kûrtir dike.

Partiyê di dawiyê de destnîşan kir ku dê mafên pêkhateya Ermen û tevahî pêkhateyên li Hesekê û Sûriyeyê biparêze û bi rêbazên qanûnî û siyasî bixebite da ku nûnertiya adilane û rasteqîn were mîsogerkirin ku îradeya welatiyan nîşan bide û yekparebûna Sûriyeyê û pirrengiya wê ya dîrokî biparêze.

(bb)

ANHA