Şehîdên Qereçoxê li Şedadê hatin bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê şehîdên Qereçoxê yên ku di êrişên balafirên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn, di salvegera 8’an de bi bîr anîn.

Şehîdên Qereçoxê li Şedadê hatin bibîranîn
Şehîdên Qereçoxê li Şedadê hatin bibîranîn
Şehîdên Qereçoxê li Şedadê hatin bibîranîn
Şehîdên Qereçoxê li Şedadê hatin bibîranîn
Şehîdên Qereçoxê li Şedadê hatin bibîranîn
Şehîdên Qereçoxê li Şedadê hatin bibîranîn
Şehîdên Qereçoxê li Şedadê hatin bibîranîn
Şehîdên Qereçoxê li Şedadê hatin bibîranîn
Şehîdên Qereçoxê li Şedadê hatin bibîranîn
30 nîsan, 2025   16:20
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê şehîdên Qereçoxê di salvegera şehadetê ya 8’an de bi bîr anîn. Balafirên dewleta Tirk a dagirker di 2017’an de navenda Fermandariya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bombebaran kir, di encamê de di nav de 3 rojnamevanên şer, 20 şervan şehîd bûn.

Di merasîma bibîranînê de girseya bajêr, endamên saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî beşdar bûn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê sînevîzyonek li ser têkoşîn û jînnameya şehîdan hat pêşkêşkirin.

Di merasîmê de rêvebera Meclisa Bajarê Şedadê Bêrîtan Hesekê got fedakariyên şehîdên Qereçoxê kevirê koşeyê yê avakirina projeya neteweya demokratîk bû.

Bêrîtan diyar kir ku şehîdên Qereçoxê fermandarên YPJ û YPG’ê bûn û ew bûn kaniya berxwedanê ya destpêkê ya ber bi rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ’ê û zemîn ji bo avakirina saziyên sivîl vekir.

Bêrîtan anî ziman ku rojnamevanên şer mîna Haqî, di veguhastina rastiya berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji cîhanê re roleke mezin lîst.

Di dawiyê de Bêrîtan got destkeftiyên îro heyî, bi saya têkoşîna şehîdan û fedakariyên wan bû.

Merasîm bi diruşmên silavkirina berxwedana şehîdan û şopandina rêça wan bi dawî bû.

(fr)

ANHA