Şêniyên Helebê sersaxî dan malbatên sê şehîdan

Beşdarên merasîma sersaxiyê ji malbatên şervanên QSD`ê Şoreş Amanos, Dijawar Heleb û Siwar Maûm re tekez kirin ku ew ê şopdarên rêya şehîdan bin.

Şêniyên Helebê sersaxî dan malbatên sê şehîdan
Şêniyên Helebê sersaxî dan malbatên sê şehîdan
Şêniyên Helebê sersaxî dan malbatên sê şehîdan
Şêniyên Helebê sersaxî dan malbatên sê şehîdan
Şêniyên Helebê sersaxî dan malbatên sê şehîdan
Şêniyên Helebê sersaxî dan malbatên sê şehîdan
Şêniyên Helebê sersaxî dan malbatên sê şehîdan
30 nîsan, 2025   15:53
HELEB

Şêniyên bajarê Helebê, endam û nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl, meclis û komînan tevlî merasîma sersaxiyê ya ji bo şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk Şoreş Amanos, Dijwa Heleb û Siwar Masûm bûn.

merasîm ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan ve li Meydana Şehîdan a li taxa Şêx Meqsûd ahte lidarxistin.

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi Şorş Amanos (Mistefa Mamo), Dijwar Heleb (Xelîl Xelîl) û Siwar Maûm (Aydin Reşîd) di Kanûna sala borî de li Sirînê, Dêrhaferê û Minbicê di demên cuda de şehîd bûn.

Merasîm bi deqîqeyek rêzgirtina dest pê kir, piştre hevserokê Komîteya Perwerdeyê ya Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiy Îsa Mistefa axifî û bal kişand ser girîngiya xwedîderketina li fedekariya şehîdan, şopandina rêya wan û berdewamkirina têkoşîna wan heta pêkanîna armanca wan a avakirina welatekî azad û demokratîk.

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Zûhêr Xelo axifî û got: "Şehîdan bi fedekariya xwe destkeftî bi dest xistin, nasnameya me zindî hiştin. "

Merasîma sersaxiyê bi dirûşmên “Şehîd Namirin” bi dawî bû.

(k)