Careke din balafireke Îsraîlê kombûna hêzên Şamê bombebaran kir

Balafireke bêmirov a Îsraîlê kombûneke hêzên desthilata Şamê li derdora bajarokê Sehnaya yê gundewarê Şamê hedef girt, di encamê de çekdarek hat kuştin û gelek jî birîndar bûn.

Careke din balafireke Îsraîlê kombûna hêzên Şamê bombebaran kir
30 nîsan, 2025   16:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Wezareta Hundirîn a desthilata Şamê, balafireke bêmirov a Îsraîlê beriya çend kêliyan de, li derdora bajarokê Sehnaya yê gundewarê Şamê, êrişî kombûneke hêzên desthilata Şamê kir, di encamê de çekdarek hat kuştin û hin jî birîndar bûn. 

Ji vê sibehê ve, ev êrişa duyemîn ku Îsraîlê hêzên Şamê hedef digire, ye. Cara yekemîn li derdora heman bajarokê navendên hêzên Şamê bombebaran kir.

Ev pêşdeçûnên meydanî, piştî êrişa çekdarên girêdayî desthilata Şamê li dijî taxên Sehnaya û Eşrefiye Sehnaya kir, pêk tên. Çekdaran li ser paşxaneya belavbûna qeydeke deng ku tê de gotinên nebaş li dijî ola Îslamê tên kirin, êriş kir. Li hember wê qeyda deng li zanîngeh û bajarên Sûriyeyê girseya gel rabûn.

Di nava aliyên sivîl de, ligel nebûna tu nîşaneyên cidî yên vehewandina rewşa teqîner, fikar û metirsî hene ku welat ber bi pêleke nû ya tundiya hundirîn ve biçe.

(fr)