Şehîd Rûken Çilaxa bi merasîmekê hat oxirkirin

Şervana YPJ’ê şehîd Rûken Çilaxa bi merasîmekê li Tirbespiyê hat oxirkirin.

Şehîd Rûken Çilaxa bi merasîmekê hat oxirkirin
Şehîd Rûken Çilaxa bi merasîmekê hat oxirkirin
Şehîd Rûken Çilaxa bi merasîmekê hat oxirkirin
Şehîd Rûken Çilaxa bi merasîmekê hat oxirkirin
Şehîd Rûken Çilaxa bi merasîmekê hat oxirkirin
Şehîd Rûken Çilaxa bi merasîmekê hat oxirkirin
28 sibat, 2026   14:29
QAMIŞLO

Şervana YPJ’ê Rûken Çilaxa (Îman Faris El Meyah) ku 20’ê Çileyê di bersivdayîna êrişên komên hikumeta demkî de li Sirînê şehîd bûbû, îro bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Dilşêr a li Tirbespiyê hat oxirkirin.

Merasîma cenaze bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Selma Xelîl axivî û diyar kir ku di têkoşîna li hemberî terorê û hewldanên derxistina fitneyan de xwîna pêkhateyên herêmê bû yek.

Selma Xelîl anî ziman ku ew wek Meclisa Malbatên Şehîdan dê heta serkeftinê şopdarên rêya şehîdan bin.

Di merasîmê de endamê Komîteya Leşkerî ya Meclisa Bajarê Tirbespiyê Dilbirîn Ferho jî axivî û destnîşan kir ku QSD’ê ji dema hatiye damezirandin ve berpirsyariya parastina welat û gel hilgirtiye û li hemberî hêzên derve û dagirkeran têkoşînê dike.

Bi navê Kongreya Îslama Demokratîk Silêman Derwîş jî bal kişand ser mezinahiya fedakariyên şehîdan û banga hevgirtinê kir.

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wê hat kirin. Cenazeyê şehîd bi dirûşm û tilîliyan hat veşartin.

(bb)

ANHA