Li Kobanê bi boneya salvegera banga 27`ê Sibatê çalakî hat lidarxistin

Şêniyên bajarê Kobanê bi boneya salvegera yekemîn a Banga Aştî û Civaka Demokatîk a Rêber Abdullah Ocalan a 27`ê Sibata 2025’an, çalakiyek li dar xist.

28 sibat, 2026   15:07
KOBANÊ

Çalakî li Qada Jina Azad a bajarê Kobanê bi amadebûna bi sedan kesî pêk hat.

Çalakiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Dûre peyama Rêber Abdullah Ocalan a duh hatibû parvekirin, hat xwendin.

Piştre ji rêveberên Meclisa TEV-DEM’ê ya bajarê Kobanê Cahîd Hesen axivî û wiha got: “Em silavên xwe ji Rêber Abdullah Ocalan re dişînin û bejna xwe li hember ked û berxwedana wî ditewînin. Wekî gel û rêxistin me banga wî ya Aştî û Civaka Demokratîk bi erênî pêşwazî kir û piştgirî da. Em careke din soza xwe nû dikin û piştgiriya banga wî dikin.”

Pişte axaftinê endama Tevgera Hîlala Zêrîn Şêrîn Ararat stranên şoreşgerî gotin û li ber stranan govend hat gerandin.

Çalakî bi dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Berxwedan jiyan e" bi dawî bû.

(sş/bb)

ANHA