Îranê li baregehên DYA’yê xist

Îranê baregehên DYA’yê yên li welatên Rojhilata Navîn bombebaran kirin.

Îranê li baregehên DYA’yê xist
28 sibat, 2026   14:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya Îranê ragihand ku piştî Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) êriş li dijî Îranê dan destpêkirin, hêzên leşkerî yên Îranê baregehên DYA’yê yên li Rojhilata Navîn kirin hedef. 

IRAQ

Li gorî çavkaniyên leşkerî li Bexda, Nînewa, Babil, Selahedîn, El Musena û Kerkûkê tevgera balafir û fûzeyan hat tesbîtkirin. Li Daqûqê jî fûze bi nizmî derbas dibin û balafir li ser El Remadiyê digerin.

Çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê agahî dan ku Îsraîlê li herêma Çeref El Sexir a dikeve bakurê parêzgeha Babilê biryargeheke Heşdî Şabiyê bombebaran kir. Di encama de kuştî û birîndarên çêbûne.

KIWÊT Û BEHREYN

Li Kiwêtê rewşa awarte dest pê kiriye û li Behreynê jî navenda xizmetguzariyê ya girêdayî cihê keştiyan a DYA’yê bi fûzeyan hatiye hedefgirtin.

QETER Û ÎMARAT

Qeterê 2 moşekên Îranê asteng kirin û bi demkî tevgera balafiran rawestand. Li Îmaratê jî dengê teqînan hatiye û bi demkî tevgera li balafirgehan sekinî.

SÛRIYE

Li bajarê Inxel ê gundewarê Darayê moşek ketin û li Şamê jî dengê teqînan hate bihîstin.