Saziyên sivîl, tibî û rêxistinên siyasî êrişên li dijî taxên Helebê şermezar kirin

Saziyên sivîl, hiqûqî, tibî, rêxistinên siyasî û Meclisa Îslamî ya Elewî ya Bilind li Sûriye û Diyasporayê êrişên komên çete yên dewleta Tirk ên di nava hêzên hikumeta demkî de li dijî taxên Eşrefiyê, Şêxmeqsûd û Benî Zêd ên Helebê şermezar kirin.

Saziyên sivîl, tibî û rêxistinên siyasî êrişên li dijî taxên Helebê şermezar kirin
Saziyên sivîl, tibî û rêxistinên siyasî êrişên li dijî taxên Helebê şermezar kirin
Saziyên sivîl, tibî û rêxistinên siyasî êrişên li dijî taxên Helebê şermezar kirin
Saziyên sivîl, tibî û rêxistinên siyasî êrişên li dijî taxên Helebê şermezar kirin
Saziyên sivîl, tibî û rêxistinên siyasî êrişên li dijî taxên Helebê şermezar kirin
Saziyên sivîl, tibî û rêxistinên siyasî êrişên li dijî taxên Helebê şermezar kirin
8 ÇILE, 2026   17:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya çalakiyên piştgiriya berxwedana gelê Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd de, Yekitiya Parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bijîşkên Nexweşxaneya Hogir a Dêrikê, Meclisa Îslamî ya Elewî ya Bilind li Sûriye û Diyasporayê û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya kantona Firatê li bajarê Kobanê daxuyanî dan.

Di daxuyaniyan de êrişên komên çete yên dewleta Tirk ên di nava hêzên hikumeta demkî de li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên bajarê Helebê, ku di encamê de welatî bûn qurban, binesazî û mal hatin wêrankirin, hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyan de bang li rêxistinên mafên mirovan, hêzên niştîmanî û navneteweyî hat kirin ku li kêlek welatiyên Helebê bisekinin û êrişên li dijî welatiyan rawestînin.

(fr)

ANHA