Li Meclisa Tirkiyê bertek li dijî êrişan

Parlamenterên DEM Partiyê bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana Şêxmeqsûd” êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li Lijneya Giştî ya Meclisa Tirkiyê de  şermezar kirin û gotin divê meclis li dijî êrişan xwedî helwest be.

Li Meclisa Tirkiyê bertek li dijî êrişan
8 ÇILE, 2026   17:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM PartÎ) li Ljneya Giştî ya Meclisê êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê şermezar kirin. 

Parlamenteran dowîzên li ser, “Bijî berxwedana Rojava”, “Ji komkujiya Helebê re na” û “Çareserî ne di êrişan de ye, di muzakereyê de ye” dinivisî hilgirtin. Parlamenteran destê xwe li masayê xistin û bi berzkirina dirûşmeyan û çepikan êrişan şermezar kirin. Parlameteran dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Şêxmeqsûd” berzkirin û gotin divê meclis li dijî êrîşan xwedî helwest be û li dijî van êrîşên li dijî mirovahiyê dengê xwe bilind bike.