Li bakurê Şêxmeqsûdê 2 tankên din hatin îmhakirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê ragihand ku li bakurê taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê 2 tankên din îmhakirin.

Li bakurê Şêxmeqsûdê 2 tankên din hatin îmhakirin
8 ÇILE, 2026   17:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, Hêzên Ewlekariya Hundirîn -Helebê diyar kir ku di çarçoveya mafê rewa ya parastina şêniyan û taxan de 2 tankên din li eniyên Kastîlo û Şiqeyêfê yên bakurê taxa Şêxmeqsûdê hatin îmhakirin.

Bi wê re hejmara tankên komên çete yên ku îro li eniyên taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd hatine îmhakirin bû 4 tank.

(fr)