Saruhan Oluç: Divê komîsyon 1’ê Cotmehê pêşniyarekê bide meclisê

Endamê ‘Komîsyona Piştgiriya Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê’ Saruhan Oluç têkildarî rexneyên li ser derengmayîna komîsyonê ji ajasna me re axivî û got “Dema 1’ê Cotmehê meclis vebû, komîsyon dê pêşniyarekê bide meclisê û diyar bibe bê ka karê xwe dike. Lê dema pêşniyarek neda meclisê, em dikarin bêjin vî karî dereng dixe.”

Saruhan Oluç: Divê komîsyon 1’ê Cotmehê pêşniyarekê bide meclisê
19 îlon, 2025   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN
BERÎTAN ÎRLAN

Piştî di 27’ê Sibata 2025’an Rêber Abdullah Ocalan banga dîrokî kir, li Tirkiyeyê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, li Meclisa Tirkiyeyê ‘Komîsyona Piştgiriya Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê’ hat avakirin. Komîsyonê civîna xwe ya yekem di 5’ê Tebaxê de li dar xist. Heta niha komîsyonê 9 civîn li dar xistine, nêrîn û pêşniyarên aliyên cuda girtine. Lê rexne tê kirin ku komîsyon derengî dikeve, gavên şênber na avêje. Ya herî zêde tê rexnekirin jî pêkne anîna hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re ye. Her çiqasî mijar hatibe rojevê jî hîn zelaliyek nîn e. 

Der barê mijarê de me hevpeyvînek bi endamê komîsyonê û parlamenterê DEM Partiyê Saruhan Oluç re çêkir.

‘Komîsyona Piştgiriya Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê’ heta niha 9 civîn li dar xistin, li derdorên cuda guhdar kir, nêrîn û pêşniyarên wan girtin. Dê vê hefteyê jî civîna xwe bidomîne. Lê ji derdorên cuda rexne hene ku komîsyon xebata xwe dereng dixe. Derenghiştin heye yan na? Eger hebe sedema wê çi ye?

Ev meh û nîv e komîsyon xebatan dide meşandin, bi guhdarkirina aliyan xebatên xwe didomîne. Meclis di 1’ê Cotmehê de vedibe û komîsyon jî dest bi xebatên xwe dikin. Eger heta 1’ê Cotmehê ev komîsyon pêşniyarekê bide meclisê, nîşan dide ku karê xwe dike, karê xwe dereng naxe. Yanî dema meclis vebû, eger raporek li ser mijarên “kîjan zagon divê bên sererastkirin, di kîjan komîsyonan de kîjan sererastkirinên zagonî çêbin” pêşkêş bike, wê demê em ê bêjin komîsyon xebata xwe dimeşîne. Lê eger ev nebe, wê demê mirov dikare bêje komîsyon vî karî dereng dixe.

Mijareke di rojevê de jî hevdîtina komîsyonê ya bi Rêber Abdullah Ocalan re ye. Di hefteya borî de li ser mijarê nîqaşên cuda hatin kirin, nêrîn hatin parvekirin. Nêrînên ku dê komîsyon hevdîtinê çêke jî hatin, lê heta niha hevdîtin pêk nehat. Li gorî we, li hemberî hevdîtinê astengî hene yan na? Eger astengî hebin, divê çawa bên nirxandin? Gelo dê bên derbaskirin û hevdîtin pêk were?

Li Îmraliyê hevdîtina bi birêz Abdullah Ocalan re, yek ji pêwîstiyên xwezayî yên vî karî ye. Çima? Birêz Ocalan hem mîmarê vê pêvajoyê ye, hem jî aktorê sereke ye. Dema em li pêvajoya heta îro hatiye dinêrin, piştî banga 27’ê Sibatê, vîdeoya di 9’ê Tîrmehê de ji bo rêxistina xwe şandiye, ji sedemên berdana çekan, hetanî tevahî qonaxan rê da nîşan û meşand. Wekî min got, aktorê sereke ye. Dema em wiha ê binêrin, piştî şewitandina çekan, dê pêvajo çawa bidome, divê kîjan sererastkirinên zagonî û destûrî pêk bên, di vê mijarê de negirtina nirxandinên birêz Ocalan nabe. Hem ji bo pêvajo bi encam bibe û bi rêk û pêk bimeşe, hevdîtina bi birêz Ocalan re pêwîst e. Ev ji bo me ne mijara nîqaşê ye. Hinek partî hebûn ku di serê wan de pirs hebûn, ez bawer im ew pirs jî derbas bûn. Em hêvî dikin ku di hefteyên pêşiya me de li Îmraliyê bi birêz Ocalan re dê şandeyek ji komîsyonê hevdîtinê pêk bîne. Rexne, pêşniyar û nêrînên birêz Ocalan bigire. Ev jî ji bo meşandina ewledar û serkeftina pêvajoyê girîng e.

Piştî banga dîrokî ya 27’ê Sibatê pêşketinên dîrokî çêbûn, gavên girîng hatin avêtin. Yek ji van gavan jî avakirina komîsyona meclisê bû. Lê li aliyê din, bi taybet jî zimanê rayedarên dewletê û hikumetê, hinek saziyên çapemeniyê tên rexnekirin. Tê rexnekirin ku guherînek di ziman de çênebûye, ji ber wê jî bêbawerî heye. Hûn vê çawa dinirxînin? Çima di ziman de guherîn çênabe?

Ji roja dest dirêjî hev kirine (1’ê Cotmeha 2024’an Devlet Bahçelî destê xwe dirêjî parlamenterên DEM Partiyê kir) heta niha, em her tim ji bo ziman hişyariyan didin. Divê dewlet û desthilat zimanê xwe li gorî dema nû biguherîne. Ji ber ku eger ev demeke nû be, eger ji bo aştî, demokrasiyê û çareseriyê gav bên avêtin, wê demê divê her kes zimanê xwe biguherîne. Mixabin dema em li hinek siyasetmedar û rojnamegeran dinêrin, zimanê berê tê bikaranîn. Zimanekî êrişkar tê bikaranîn. Lê ji bo ku di ziman de guherîn bê çêkirin, divê di hişmendiyê de jî guherîn çêbe. Yanî di mêjî, fikir û polîtîkayên bingehîn de guherîn bên çêkirin. Kesên zimanê xwe neguherînin, di hişmendiyê de jî guhertin çênekirine. Ev ji bo me qadeke têkoşînê ye, eger em xilteyên di hişmendiyan de paqij bikin, dê di ziman de jî guherîn çêbe. Ew jî erkek e ku dikeve ser milê me.

Piştî girtina nêrîn û pêşniyaran, gelo dê di dema pêş me de xebata komîsyonê çi be? Gelo ev mijar hatin rojevê? Bi taybet jî têkildarî gavên divê bên avêtin. Gelo di van mijaran de nîqaşek an jî plansaziyek heye?

Piştî ku meclis vebe, divê komîsyan hinek pêşniyaran li meclisê bike. Divê di meclisê de destpêkê hinek sererastkirinên zagonî çêbin. Zagonên ji bo vegera kesên çekên xwe şewitandine, hinek sererastkirinên zagonî çêbin. Ev pêwîstiyeke lezgîn e. Bi vê ve girêdayî sererastkirinên din jî dê gengaz bin. Yên din çi ne? Hevalên me yên di girtîgehê de pirsgirêkên xwe yên cidî hene, Divê ev bên sererastkirin. Di vê mijarê de lihevkirineke giştî heye. Ji bo vegera kesên çekên xwe şewitandine jî lihevkirinek heye, lê dê sererastkirina zagonê çawa be; li ser vê tê axaftin. Her wiha divê hinek sererastkirinên di qanûna ceza ya Tirkiyeyê de, zagona li dijî “terorê” de, çêbin. Ev jî têrê nake, teqez divê ji bo qeyûman jî sererastkirineke zagonî çêbe. Bê guman divê demokratîkbûna zagona rêveberiyên herêmî çêbe. Divê di van mijaran de komîsyon pêşniyarê bide meclisê. Lê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ev ne bes e.

ANHA