Li asîmanê Derayê tevgera balafirên şer ên Îsraîlê

Li asîmanên bajar û bajarokên parêzgeha Derayê hejmarek balafirên şer ên Îsraîlê firiyan.

Li asîmanê Derayê tevgera balafirên şer ên Îsraîlê
25 mijdar, 2026   22:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê êvarê, li bajar û bajarokên parêzgeha Deryayê hejmarek balafirên şer ên Îsraîlê firiyan.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyand ku hejmarek balafirên şer li asîmanê parêzgeha Derayê geriyan. Lê tu agahiyên dîtir der barê erk û armanca vê firînê nehatin zelalkirin.

(f)