Şaredariya Gel a Hesekê kampaniyaya paqijiyê dest pê kir

Şaredariya Gel a Hesekê kampanyayeke paqijkirinê ya berfireh da destpêkirin, di kampaniyayê de rêya ketina bajêr ê li aliyê başûr ve hate paqijkirin. Şaredariyê ji şêniyan xwest ku beşdarî kampanyayên paqijiyê bibin.

Şaredariya Gel a Hesekê kampaniyaya paqijiyê dest pê kir
Şaredariya Gel a Hesekê kampaniyaya paqijiyê dest pê kir
Şaredariya Gel a Hesekê kampaniyaya paqijiyê dest pê kir
Şaredariya Gel a Hesekê kampaniyaya paqijiyê dest pê kir
Şaredariya Gel a Hesekê kampaniyaya paqijiyê dest pê kir
Şaredariya Gel a Hesekê kampaniyaya paqijiyê dest pê kir
6 tîrmeh, 2025   13:14
HESEKÊ

Şaredariya Gel a bajarê Hesekê, bi beşdariya hemû beşên xwe, kampanyayeke paqijkirinê ya berfireh da destpêkirin, di kampanyayê de ku rêya ketina bajêr a başûr hate paqijkirin.

Zêdetirî 50 karmendên Şaredariya Gel tevlî kampanyayê bûn. Karmendan gemara ku li derora rê kom bûbû hevhev kirin.

Di kampanyayê de her wiha derdora cihê avêtina çopê ya ku li heman deverê ye hate paqijkirin.

Şaredariya Gel bang li hemû şêniyên Hesekê kir ku ji bo paqijiya kolan û taxên bajêr kampaniya û insyatîfên gelêrî li dar bixin. Her wiha xwest ku şênî piştgiriya tîmên şaredariyê bikin da ku bajarekî paqij ava bikin.

(k)