Bazirganê çekan û madeyên hişbir ku ji herêmên dagirkirî hatibû hat girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li kantona Reqaê bazirganekî çekan û madeyên hişbir ku ji hermên dagirkirî hatibû, girt.

Bazirganê çekan û madeyên hişbir ku ji herêmên dagirkirî hatibû hat girtin
6 tîrmeh, 2025   13:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tîmên wan ên li dijî madeyên hişbir, roja şemiyê 5`ê Tîrmehê, bazirganekî çekan û madeyên hişbir girtine.

Kesên hatiye girtin çek û madeyên hişbir ji herêmên bakurê Reqayê yên ji hêla komên çete ve hatiye dagirkirin, derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikir.

Bi kesê girtî re 5 hezar hebên Kabtagon, parçeyek çeka doşka û du binkeyên avêtina mûşekan, hatin dîtin û desteserkirin.

Kesê girtî radestî dozgeriya giştî hat kirin.

(k)