Şaredariya Çilaxayê ji bo paqijiyê banga hevkariyê kir

Karmendên paqijiyê yên Şaredariya Gel a Çilaxayê bang li şêniyên bajêr kir ku bi wan re hevkariyê bikin.

12 kanûn, 2025   12:33
QAMIŞLO

Karmendên paqijiyê yên Şaredariya Gel a Çilaxayê ya kantona Cizîrê, ji serê sibê heta derengiya şevê karê xwe didomînin û kolan û qadên giştî paqij dikin.

Karmenda gazin kirin ku şêniyên bajêr bi awayekî berpirsyar tev nagerin, şênî gemarê diavêjin kolanan, ev yek jî barê wan giran dike û bandorê li tenduristiya civakê dike.

Karmendê bi navê Nayif El Hemûd der barê mijarê de got: "Ez her sibeh dixebitim da ku kolanan paqij bikim, lê nebûna hevkariya şêniyan, bi taybet xwediyên dikanan, xebatên me asteng dike."

El Hemûd bang li şêniyan kir ku bibin hevkarên paqijiya bajêr.

Karmendê bi navê Ebdilkerîm El Fehed diyar kir ku "eger hevkariya civakê nebe hewldanên me ne temam in." El Fehed jî bang li şêniyan kir ku berpirsyariya xwe ya paqijiyê bi cih bînin.

Karmendan diyar kir ku paqijî berpirsiyariyek civakî ye û ji bo parastina jîngehekê divê her kes berpirsyariya xwe pêk bîne.

(k)

ANHA