Li Iraqê 6 kes ji ber karesata lêhiyê mirin

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê ragihand ku ji ber lehiyan 6 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Li Iraqê 6 kes ji ber karesata lêhiyê mirin
12 kanûn, 2025   12:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji 9 heya 11’ê vê mehê, ji ber lêhiyan 6 kesan jiyana xwwe ji dest daye û 2 jî birîndar bûne.

Li gorî wezaretê kesek li bajarokê Leylan, kesek li taxa Şorawa ya Kerkûkê, 2 kes li bajarokê Şetre yê parêzgeha Zîqarê jiyana xwe ji dest daye.

Her wiha li parêzgeha Wasit jî yek û li bajarokê Somer yê parêzgeha Dîwaniye jî kesekî jiyana xwe ji dest daye.

Wezaretê da zanîn ku li Kerkûk û Necefê jî 2 kes birîndar bûne.

Di rojên borî de li Iraq û Başûrê Kurdistanê baranek zêde bariya û bû sedema lêhiyan.