KNK’ê ji bo mexdûrên lehiya li Başûr banga piştgiriyê li hikumetê kir

KNK’ê têkildarî kampanyaya ji bo piştgiriya mexdûrên lehiya li Başûrê Kurdistanê dest pê kiriye, banga piştgiriyê li hikumeta Başûr kir.

KNK’ê ji bo mexdûrên lehiya li Başûr banga piştgiriyê li hikumetê kir
12 kanûn, 2025   11:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Başûrê Kurdistanê baranek zêde bariya û hîn jî bandora xwe didomîne. Ji ber barana zêde li gelek herêman lehî rabûn û bûn sedema zirarên mezin. Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li ser mijarê peyamek da.

KNK’ê diyar kir ku di nava çend rojên borî de li Germiyan û Çemçemalê lehî rabûye û da zanîn: “Di encama bûyeran de hinek welatiyan jiyana xwe ji dest daye û birîndar bûne. Her wiha ziyaneke mezin a madî jî gihaştiye bi sedan malbatan. Em wek KNK sersaxiyê ji bo malbatên kesên jiyana xwe ji dest daye dixwazin.”

Di dewama peyama de hate gotin: “Erka hikumetê ew e ku beriya van karesatan amadekariyan bike û erkê xwe yê li hemberî welatiyan bi cih bîne. Divê hikumet zirara hemû malbatan pêşwazî bike û careke din jiyana li herêmê asayî bibe.”

KNK’ê ji bo saziyên ku bi hewara qurbaniyan de çûne jî spasî kir û bang li hemû aliyan kir ku piştgiriya kampanyayên alîkariyê bikin.