Îranê li bermaberî vekirina tengava Hurmuzê şertên xwe pêşkêş kirin

Îranê li beramberî ji nû ve vekirina tengava Hurmuzê di nava 2 rojan de şertê bidawîkirina şer û rakirina cezayên li ser wê pêşkêş kirin.

Îranê li bermaberî vekirina tengava Hurmuzê şertên xwe pêşkêş kirin
2 mijdar, 2026   18:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand ku Tehranê plana ji nû ve vekirina tengava Hurmuzê di nava 2 rojan de lêkolîn dike, lê bi şertê ku DYA‘yê daxwazên wê yên di çarçoveyê jin û ve destpêkirina mûzakereyan de qebûl bike.

Berdevkê wezaretê Îsamîl Beqaî diyar kir ku pevguhestina peyaman bi Washingtonê re bi rêya navbeynkaran dewam dike û got, pêkanîna planê û ji nû ve destpêkirina mûzakereyan bi qebûlkirina daxwazên Îranê ve girêdayî ne.

Baqaî her wiha got ku îhtîmala bicîhanîna planê di nav du rojan de nîşaneya niyeta baş a Tehranê ye. Beqaî destnîşan kir ku eger Washingtonê bersiva daxwazan bide, hingî vegerandina ewlehiyê li tengavê û ji nû ve destpêkirina mûzakereyan dikarin di demek kurt de pêk werin.

Daxwazên Îranê ji bidawîanîan şer li tevahiyên eniyên Rojhilata Navîn, azadkirina pereyên Îranê yên cemidandî yên li derve, rakirina cezayên li ser saktora petrolê û bidawîkirina ambargoya deryayî ya DYA‘yê pêk tên.

Hêjaye bi bîrxistinê ye ku Tehranê di Îlona îsal de bi rêya navbeynkaran planek 7 rojan pêşkêşî Washingtonê kiribû. Li gorî planê, li beramberî bersivdayîna daxwazên wê tengav dê di roja 6‘an de vedike.

(bb)