Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li du kesan birî

Li gorî raporan, rejîma Îranê cezayê darvekirinê li welatiyek Kurd Purya Seîdî û parêzera bi navê Muşde Haşimî biriye.

Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li du kesan birî
2 mijdar, 2026   16:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor rapora rêxistina mafên mirovan, welatiyek Kurd bi navê Purya Seîdî yê xelkê Sine, ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Sine ve bi tometa ‘propagandaya  li dijî Îranê’ cezayê 3 sal yê girtîgehê lê birî û di ser de jî cezayê pere lê birî.

Li gor heman agahiyan, saziya dadweriya rejîma Îranê rê nedaye Purya Seîdî parêzerek serbixwe hilbijêre û daxwaz jê hatiye kirin ku parêzerek girêdayî rejîmê ji xwe re diyar bike. Piştre Purya Seîdî ferzkirina parêzer qebûl nekiriye û bêy amadebûna parêzer hatiye dadgehkirin.

Hêjayî gotinê ye Purya Seîdî di 19’ê Adara 2025’an de di dema serdegirtina mala wî de ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû binçavkirin û ji bo cihek nediyar hatibû birin. Piştî zêdetirî 3 mehan dibin çavan de ma, di Adara 2026’an de bi dayîna pere bi awayek demkî hatibû berdan.

Li aliyekî din Saziya Mafên Mirovan HRANA ragihand ku Dadgeha Bilind a rejîma Îranê cezayê darvekirinê li Parêzer Muşde Haşimî ya 27 salî ku berê karmendê Heyva Sor bû, birî.

Saziyê destnîşan kir ku berî niha Muşde peyamek dabû û gotibû ku îşkence lê hatiye kirin ji mafê parastinê hatiye bêparkirin û di bin îşkenceyê de îfadeya wê hatiye girtin û ceza li ser hatiye dayîn.

Malpera Mîran a nêzî desthilatê jî ragihand ku çalakvaneke jin hatiye girtin bê ku nasnameya wê eşkere bike.

Raporên mafê mirovan eşkere dikin ku di nava 7 mehên borî de bi kêmanî 118 welatiyên Behayî ku 60 jê jin in li 11 parêzgehên Îranê hatine girtin.

Hate ragihandin ku cezayê girtinê ji bo 30 kesan hatiye birîn û 17 kes ji bo girtîgehê hatine veguhestin.