Festîvala Havînê ya 2026 li Qamişlo Ji bo 3`yê Tebaxê hate paşxistin

Kompaniya organîzator a " Festîvala Havînê ya 2026" li Qamişlo ragihand ku destpêkirina festîvalê ji bo 3`yê Tebaxê hatiye paşxistin.

Festîvala Havînê ya 2026 li Qamişlo Ji bo 3`yê Tebaxê hate paşxistin
29 tîrmeh, 2026   14:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Kompaniya ku " Festîvala Havînê ya 2026" li Qamişlo, li herêma Cizîrê organîze dike, ragihand ku festîvala ku hatibû plankirin ku di 30`ê Tîrmehê de li Parka Azadî dest pê bike, hatiye paşxistin.

Li gorî daxuyaniya nû, festîval dê ji 3`yê Tebaxa 2026`an heta 7`ê Tebaxa 2026`an, ji saet 18:00`ê piştî nîvro heta 24`ê şevê pêk were.

Zêdetirî 230 şîrket û dezgehên bazirganiyê ji parêzgehên Sûriyeyê, dê beşdarî festîvalê bibin.

Armanca festîvalê ew e ku bajarê kirîn û şahiyê yê havînê yê demkî yê herî mezin li herêma Cizîrê ava bike.

(k)

ANHA