Salek di ser şehadeta rojnamevanê şoreşger Seyît Evran re derbas bû

Şehîd Seyît Evran ku jiyana xwe xiste xizmeta doza gelê xwe û gelên herêmê, di dîroka gelê Kurd de rêwîtiyeke dûdirêj a têkoşînê hişt. Nifşeke rojnamevanên şoreşger gihand ku xeta wî dişopînin.

Salek di ser şehadeta rojnamevanê şoreşger Seyît Evran re derbas bû
22 îlon, 2024   03:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîskar û rojnamevanê şoreşger şehîd Seyît Evran ê xwediyê kedeke demdirêj, 22’yê Îlona 2023’yan ji ber krîza dil şehîd bû. Şehîd Seyît bi keda xw ya 32 salan mîrateyeke mezin a têkoşînê li dû xwe hişt.

Seyît Evran di sala 1969'an de li navçeya Hênê ya Amedê ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bû. Şehîd Seyît di nava malbateke welatparêz de mezin dibe ku bapîrê wî yek ji şoreşgerên şoreşa Şêx Seîd bû. Şehîd Seyît jî jiyana xwe li ser rêgezên têkoşîna lêgerîna li heqîqetê û parastina gelê xwe û doza wî domand. Dema li Zanîngeha Çukurovayê dixwend, pêşenga çapemeniya azad Gurbetellî Ersoz nas dike ku wê jî li heman zanîngehê dixwend. Di sala 1990’î de li Amedê tev li nava refên têkoşîna azadiyê dibe. Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di xebatên çapemeniyê de cihê xwe digire.

Şehîd Seyît digot "Nûçegihaniya min ne ew nûçegihanî bû ku di rojnameyeke dewleteke sazkar de bikim. Ya ku min dixwest bikim, nûçegihaniya şer a têkoşînekê bû ku hebûna wê hê jî nehatiye qebûlkirin."

Tevî mercên siyasî, ewlehî û leşkerî yên zehmet ên li Bakurê Kurdistanê, tevî êrişên qirkirinê yên li ser gelê Kurd û qetilkirina rojnamevanan jî, şehîd Seyît karên xwe yê ragihandina heqîqetê domand.

Rojnamevan Seyît Evran ji ber têkoşîna xwe gelek caran hat girtin. Di 1994’an de navenda rojnameya Ozgur Ulke ya li Stenbolê û buroyên wê yên li Enqere û Amedê hatin bombekirin. Di encamê de birîndar dibe.

Li ser şopa Gurbetelî Ersoz û Xelîl Dag berê xwe dide çiyayên Kurdistanê, bi pênûs û kamereya xwe jiyan û têkoşîna azadiyê ya gerîlayan bi belge dike û ji cîhanê re radigihîne. Li ser berxwedan û têkoşîna gerîla bi dehan gotar nivîsandin. Di arşîva ragihandina azad de roleke girîng list. Rêwîtî û meşa xwe di pirtûka bi navê "Rêwîtiya li Beravên Jiyanê" de nivîsiye. Her wiha pêşketinên civaka Kurd lêkolîn kir û li ser kesayetên Kurd ên navdar ên li derveyî welat, wekî Yekitiya Sovyetê, Rûsya û Ermenistanê nivîsî. Li her dera ku têkoşîna rizgariya Kurdistanê lê hebûya, rojnamevan Seyît li wir bû.

MÎMARÊ RAGIHANDINA AZAD LI ROJAVA

Wexta ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê dest pê kir, li Rojava zemîna xebata çapemeniyê ne di aliyê teknîk û ne jî di aliyê bîrdozî û pîşeyî de hebû. Rojnamevan Seyît bi armanca avakirina vê zemînê hat Rojava. Tevahî îmkan, pisporî û ezmûnên xwe xistin xizmeta avakirina vê zemînê. Şehîd Seyîd ku damezirînerê ragihandina azad a şoreşgerî li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, di mercên herî zor û zehmet de ji bo avakirina ragihandina şoreşgerî li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê westan xebat da meşandin. Ji kesên pêşîn bû ku li ser bingehên ragihandina azad li Akademiya Şehîd Fayîq perwerde dida. Li ser vê yekê şehîd Dilîşan Îbis û Nûjiyan Erhan jî di nav de, gelek rojnamevanên pispor gihandin.

ŞAGIRTÊN WÎ ÇI DIBÊJIN?

Şagirtên şehîd Seyît Evran wî bi mîmarê ragihandina şoreşgerî ya azad, mamoste, dibistan û akademiya gerok a ragihandina azad bi nav dikin.

Li gorî şagirtan, şehîd Seyît Evran timî ji wan re digot “Divê em bibin rojnamevanên şoreşger. Çima vê dibêjim? Ji ber ku gelê Kurd ji sedan salan ve şoreşeke mezin dimeşîne. Dijminan Kurdistan kir 4 parçe, niha dixwazin gelê Kurd qir bikin. Ji bo vê yekê divê em xwe li gorî şoreşa ku niha gelê Kurd li hemberî dagirkeran dimeşîne, bi rêxistin bikin.”

Şehîd Seyît nifşek ji rojnamevanên şoreşgerî mîna şehîd Rizgar Denîz û Dilîşan Îbis û gelek rojnamevanên din ên şoreşgerî gihandine ku têkoşîna pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şoreşa wan ji cîhanê re radigihînin.

Rojnamevan Seyît Evran her timî digot, divê em karê xwe hîs bikin û nivîsên xwe bidin jîyandin, divê em di nava gel de bin û li kolan û taxan bigerin. Digot li her kolanekê çîrokek heye, her çîrokek dîrokek e ku têkoşîna gelê Kurd û Kurdistanê vedibêje.

Şehîd Seyît Evran xezîneya dîroka Kurdan û têkoşîna wan a li Kurdistanê bû, timî ezmûnên xwe yên bi salan bi rojnamevanan re parve dikirin.

Mîmarê ragihandina azad şehîd Seyît Evran bingeha ewil a ragihandina azad a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava kir, berê pusuleya ragihandinê da heqîqeta ku mêtingeran vedişart. Her wiha girîngî da şerê gel ê şoreşgerî û têkoşîna şoreşgerî ya ji bo azadî û demokrasiyê.

Şehîd Seyît bi helwest, ked, nêzîkatî û hezkirina xwe, di dilê gelê Kurd de û tevahî kesên ew ku nas kiriye, cihê xwe çêkir.

Her kolanek, her gundek, her koşeyek, her bajar û bajarokek ku sehîd Seyît Evran nas kiriye, ji ber çûna wî xemgîn bû û wî bi bîr tîne.

(bb)

ANHA