Li hemberî PDK`ê helwesta tund: Ew ne Kurd in

Şêniyên bajarê Qamişlo li hemberî xiyaneta PDK`ê bertekên tund nîşan dan û gotin: “Em wan qebûl nakin, ew ne Kurdin û divê ji axa me derkevin.”

Li hemberî PDK`ê helwesta tund: Ew ne Kurd in
22 îlon, 2024   06:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Welatiyên li bajarê Qamişlo derbarê hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re de, ji ANHA’yê re axivîn. 

Nêrînên welatiyan ku hêrsa xwe tînin ziman wiha ne:

Helîme Ebdilrehman: Ez dibêjim bes e (Ji PDK’ê re); ji welatê me derkeve, ji erdê me derkeve. Te dilê dayikan, zarokan şewitand. Ger tu (PDK) Kurd bî, destê xwe nexe destê dijmin. Bes, bes, bes;  êdî ji welatê me derbikevin. Hûn çi ji me dixwazin?

Mihemed Kozî: Ji dewleta Tirk re rê vedikin. Bi erebeyên xwe hêza tirkan dibin li dilê Kurdistanê bi cîh dikin. Peyaman çêkirine ku beramberî wê li Başûrê Kurdistanê desthiladariya xwe bidomînin û PKK’ê tasfiyê bikin. Hemû Kurd ji wan nerazîn e. Divê ev malbat (Barzanî) ji nav Kurdan derbikeve. Ancax bi vî rengî wê doza Kurd bigihîje armanca xwe. Hêviyê me ji wan kesên ku pişta xwe dini vê partiyê (PDK) ew e ku dest jê berdin. Ew rêveberî an jî malbat (Barzanî) dema bi tena xwe bimîne, wê li Kurdistanê nikaribe tiştekî bike. Pêwîste tu mirovên welatparêz ên ji bo welatê xwe têdikoşin, bi xayîn û çeteyan re kar nekin. 

Selma Ehmed Yusif: Xayînin, xayîn. Malbata Barzanî ne Kurd in, em wan qebûl nakin. Bila dûrî me bikevin.  Bela xwe ji me vekin, rojanê xortên me şehîd dixin. Bila ji Kurdistanê derbikevin.

Şivan Hesen Hisên: PDK destê dewleta Tirk digire. Em wekî gelê Rojava vê qebûl nakin. Hûn xiyanetkarin, ji welatê me derbikevin. Nebêjin em Kurdin jî.

(cb/a)

ANHA