Xwîneran bandora paraznameyên Rêber Abdullah Ocalan vegot

Xwînerên paraznameyên Rêber Abdullah Ocalan, diyar kirin ku ew bi xwendina paraznameyan rastiya xwe û heqîqeta civaka xwe nas dikin.

Xwîneran bandora paraznameyên Rêber Abdullah Ocalan vegot
Xwîneran bandora paraznameyên Rêber Abdullah Ocalan vegot
Xwîneran bandora paraznameyên Rêber Abdullah Ocalan vegot
Xwîneran bandora paraznameyên Rêber Abdullah Ocalan vegot
Xwîneran bandora paraznameyên Rêber Abdullah Ocalan vegot
Xwîneran bandora paraznameyên Rêber Abdullah Ocalan vegot
Xwîneran bandora paraznameyên Rêber Abdullah Ocalan vegot
Xwîneran bandora paraznameyên Rêber Abdullah Ocalan vegot
Xwîneran bandora paraznameyên Rêber Abdullah Ocalan vegot
22 îlon, 2024   05:10
QAMIŞLO
BAZ MORDEM

 Welatiyên ku li bajarê Qamişlo tevlî komên xwendina paraznameyên Rêber Abdullah Ocalan dibin, derbarê bandora xwendinê de ji ANHA’yê re axivîn.

Îsa Emîn da zanîn ku beriya ew paraznameyên Rêber Abdullah Ocalan bixwînin, di aliyê hişmendiyê û jiyana komînal de lawaz bû, di nava civakê de danûstendinên wî jî pir ji rêzê bûne.

Îsa Emîn diyar kir ku bi xwendina paraznameyan re, li ser wî veguhertina hişmendiyê çêbûye û di warê naskirina kesayetiya xwe û heqîqeta civakî de bandoreke mezin derketiye holê.

Karkerê bi navê Ehmed Derwêş ku li bajarê Qamişlo karê seremîkan dike jî, anî ziman ku li ser pêşniyara hevalên xwe, di Newroza 2023’yan de tevlî koma xwendina paraznameyên Rêber Abdullah Ocalan bûye.

Ehmed Derwêş destnîşan kir ku, xwendinê bandorek gelekî baş li ser jiyan û pêwendiyên wî  çêkiriye û got: “Rêber Apo di paraznameyan de mijarên siyasî, civakî, aborî û hwd. şîrove kirine û danîne pêşiya me. Ferqa di navbera fikrên Rêber Apo û fîlozofan de ew e ku fikrên Rêber Apo di kesayeta mirovan de guhertinên bîngehîn ava dikin.”

Rêveberê Meclisa PYD’ê ya bajarê Çilaxa Egîd Ebdulmecîd jî beşdarî koma xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan bûye, diyar kir ku armanca wî ji vê beşdarbûnê naskirina zêdetir a fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan e.

Egîd Ebdulmecîd bi bîr xist ku Rêber Abdullah Ocalan di pirtûkên xwe de daxwaza azadiya civakê, avakirina civakeke demokratîk, exlaqî, polîtîk û ekolojîk dike. Her wiha anî ziman ku divê fikirên Rêber Abdullah Ocalan werin belavkirin.

Menar El Elî jineke Suryan e cihê xwe di koma xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan de digire anî ziman ku wan bi taybetî di mijarên cudahiya di navbera ol, zanist, aqil û şaristaniyê de wan gelek fêde ji fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan wergirtine û got: "Em hewl didin di sûdwergirtina ji fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan rewşa civakê baştir bikin."

Menarê bang li hemû jinan kir ku pirtûkên Rêbertî bixwînin û got: "Wê guhertinên mezin di hişmendî û jiyana we de çêbibin."

Mazin Mihemed jî diyar kir ku armanca wan ji xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan ew e ku mejî û fikirên xwe pêş bixin.

Mazin bang li her kesî kir ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan bixwînin û li tevahî cîhanê belav bikin.

(a)

ANHA

Qamişlo

Girkê Legê