Rûsyayê êrişî Bendera Odessayê kir: 7 kuştî

Di êrişa hêzên Rûsyayê ya li ser Bendera Pevdene ya Odessayê de 7 kes hatin kuştin û 15 kes birîndar bûn. Her wiha zirarên mezin çêbûn û li herêmê elektrîk qut bû.

Rûsyayê êrişî Bendera Odessayê kir: 7 kuştî
20 kanûn, 2025   11:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rayedarên Ukraynayê, di êrişa bi moşekekê ya Rûsyayê ya li ser Bendera Pevdene ya li Odessayê ya li ser Deryaya Reş de, 7 kes hatin kuştin û nêzîkî 15 kes jî birîndar bûn.

Cîgirê serokwezîr Oleksiy Kuleba bi rêya Telegramê diyar kir ku êriş li dijî binesaziya benderê hatiye kirin û birîndar niha têne dermankirin.

Hate ragihandin ku di encama êrişan de ji ber êrişê elektrîk demeke dirêj qut bû û zirarên mezin li binesaziyê bû. Her wiha rêyên sereke yên ber bi bendera Rennie û deriyên sînor ên bi Moldova û Romanyayê re asteng kirine.

Serokwezîr Yulia Sverdenko diyar kir ku hikumet dixebite ku tevgera rêwiyan û barhilgiran bi rêya rê û trênê bê navber misoger bike.

Bendera Odessa navendeke sereke ye ji bo hinardekirina dexl û dan e. Bender ji destpêka pevçûnên Sibata 2022’yan ve bi berdewamî bûye hedefa êrişên Rûsyayê.

(b)