Li Quneytîrayê tevgerên Îsraîlê didomin

Yekîneyeke hêzên Îsraîlê ku ji 5 erebeyên leşkerî pêk dihat, ket gundekî Quneytîrayê û bendeke kontrolê danî.

Li Quneytîrayê tevgerên Îsraîlê didomin
20 kanûn, 2025   11:53
NAVENDA NÛÇEYA

Dewriyeyeke Îsraîlê ya ji 5 erebeyan pêk tê, ket gundê Zîwan ê Quneytîrayê yê nêzî Colanê.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), dewriye ji baregeha Til Ehmer derket û li ser rêya gundê Zîwanê bendeke kontrolê danî û rêwî kontrol kirin.

Li gorî SOHR’ê, duh bi şev jî dewriyeyên Îsraîlê ketin gundên Berîqa, Um El Îsam, Mişêrfê û Riwêhîniyê û bendên demkî yên kontrolê danîn. Dewriyeyan demeke kurt jî gelek herêm şopandin.

(b)