Hêzên Îranê ji malbatek 3 kes binçavkirin

Li bajarê Urmiyeyê ji heman malbatê 3 kes ji aliyê Îstîxbarata Îranê ve hatin binçavkirin.

Hêzên Îranê ji malbatek 3 kes binçavkirin
20 kanûn, 2025   11:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rêxistina Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê, li bajarê Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê, hêzên Îstîxbarata Îranê avêtine ser binemala Rustemî û 3 endamên malbatê binçavkirine.

Tê gotin di encama serdegirtina malê de, Sofî Rustemî, Zeyneb Yusuf Pur û keça wan ya bi navê Şîlan Rustemî hatine binçavkirin.

Hate gotin ku her 3 kes jî bêyî biryara dadwer, bi bikaranîna êşkenceyê hatine binçavkirin. Çavkaniyê ragihand ku heya niha jî rê nedane parêzer û malbat biçin serdana binçavkiriyan û ti agahî ji wan nayê girtin.