Rûsya kontrolkirina 2 bajarokên Ukraynayê ragihand

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wê di 24 saetên dawîn de du bajarokên Xarkîvê kontrol kirine û 4 mûşekên "Flamingo" û 342 dronên Ukraynayê xistin.

Rûsya kontrolkirina 2 bajarokên Ukraynayê ragihand
15 cotmeh, 2026   17:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro ragihand ku hêzên wê bajarokên Nevidovka û Chornoe yên bakurê rojhilatê Xarkîvê ya Ukraynayê kontrol kirine.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, bi armanca kontrolkirina bajarokên Mykolaivka û Varvarovkayê şer dewam dike.

Wezaretê daxuyand ku ‘‘hêzên Rûsyayê li bakurê rojava û rojavayê bajarê Dobropolje yê Donetskê pêşve çûne û di 24 saetên dawîn de 31 avahî rizgar kirine.‘‘

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li 145 cihan binesaziya veguhastinê ya hêzên Ukraynayê, kargehên çêkirina dronan û depoyên wan, xalên demkî yên bicîhbûna hêzên Ukraynayê, bendera Îsmaîl a li başûrê Ukraynayê û du keştiyên artêşê dema ber bi bendera Odessa ve diçûn hatine hedefkirin.

Wezaretê da zanîn ku pergalên parastina hewayî yên Rûsyayê di 24 saetên dawîn de 4 mûşekên "Flamingo" û 342 dronên Ukraynayê xistine xwarê.

(bb)