Li Parlamentoya Awistralyayê Koma Dostaniya Kurdan hate damezrandin

Li Parlamentoya Eyaleta Gallera Başûr a Nû, bi tevlîbûna 11 parlamenterên ji partiyên Keskan, Karker û Lîberal, Koma Dostaniya Kurdan hate damezrandin.

Li Parlamentoya Awistralyayê Koma Dostaniya Kurdan hate damezrandin
15 cotmeh, 2026   19:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Parlamentoya Eyaleta Gallera Başûr a Nû (NSW), bi çalakiyekî damezrandina Koma Dostên Parlamentoyê ya Gelê Kurd hate ragihandin. 11 parlamenterên ji partiyên Keskan, Karker û Lîberal di nav de cih girtin.

Ji xeynî nûnerên Partiya Karkeran, Partiya Keskan, Partiya Lîberal û Tifaqa Sosyalîst, nûnerên Yekitiya Welatparêzên Kurdistanê Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK), Federasyona Civaka Kurd a Demokratîk a Awistralyayê (FDKS-A), Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM), PEN Sydney û Komaleya Ciwanên Kurd a Sydneyê tevlî merasîma pîrozbahiyê bûn.

Nûnerên civakên Durzî, Ermenî, Êzidî, Tamil, Myanmar û gelek saziyên sivaka sivîl jî di çalakiyê de cih girtin.

Axaftina vekirinê ya çalakiyê ji aliyê Berdevkê Komîsyona Dîplomasiyê ya Federasyona Civaka Kurd a Demokratîk a Awistralyayê Baran Sogut ve hat kirin.

Baran Sogur bal kişand ser girîngiya dîrokî ya damezrandina Koma Dostaniya Kurddan û wiha got, “Pîrozkirina damezrandina fermî ya Koma Dostên Parlamentoyê ya Gelê Kurd ji bo min rûmet e. Em ji bo tevkarî û alîkariyên wan spastiya parlamenterên ku di damezrandin û xebatên komê de cih girine dikin.

Di tevahiya dîroka Kurd de gotineke ku maye di bîra wan de heye; ‘Ji çiyayan pêvetir, tu dostên me tune ye.’ Ev gotin zêdeyî sed sal in, wekî îfadeya êş, tenêbûn û berxwedana gelê Kurd deng vedaye.

Lê bi demê re tişteke hat guhertin. Dostên Kurdan çêbûn, dengê xwe bilind kirin û bi me re mil bi mil sekînin. We nîşanî me da ku dostên me hene. Koma Dostên Parlamentoyê ku em îro li vir damezrandina vê pîroz dikin, yek ji mînakên herî berçav a vê piştevaniyê ye.”

Hevseroka Civaka Kurd a Demokratîk a Awisturalyayê Gulfer Olan jî diyar kir ku damezrandina Koma Dostaniya Kurdan ji bo civaka Kurd a li Awusturalyayê geşedanekî girîng e.

Peyama Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), ji aliyê Endamê KNK’ê Brusk Ayverî ve hate xwendin.

DEM Partî di peyama xwe de dilxweşiya ji bo damezrandina Koma Dostaniya Kurdan anî ser ziman û wiha got, “Em wekî DEM Partiyê damezrandina Dostên Parlamentoyê ya Gelê Kurd bi dilxweşiyeke mezin pêşwazî dikin û ev hewldana hêja pîroz dikin.

Em bawer dikin ku ev koma dostaniyê ya ku nû hate damezrandin, diyalog û piştevaniya di navbera nûnerên Parlamentoya Awusturalyayê û gelê Kurd de kûr bike.”

Parlamenterê Partiya Karkeran û Hevserokê Koma Dostaniya Kurdan Anthony D’Adam jî diyar kir ku ew bi nêzîkbûneke xurt bi civaka Kurd re hîs dike û anî ser ziman ku damezrandin koma dostaniyê ji bo piştevaniya li parlamentoyê girîng e.