Rûsya: Di hefteyekê de 5 bajarokên Ukraynayê hatin kontrolkirin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên wan di hefteyekê de 5 bajarokên li herêmên Donetsk û Sumy ên Ukraynayê kontrol kirine.

Rûsya: Di hefteyekê de 5 bajarokên Ukraynayê hatin kontrolkirin
20 adar, 2026   14:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wê di hefteya borî de 5 bajarokên li herêma Donetsk a rojhilatê Ukraynayê û herêma Sumy ya bakurê rojhilatê Ukraynayê kontrol kirin.

Li gorî daxuyaniyê, bajarên hatine kontrolkirin ev in: Aleksandrovka, Pavlovka, Kalyniki û Fedorovka, bajarokê Sobych ê herêma Sumy.

Her wiha hate gotin, di operasyonên leşkerî yên di navbera 14 û 20'ê Adarê de, êrişên hewayî yên berfireh hatin pêkanîn, 6 êrişên mezin li dijî tesîsên leşkerî û pîşesaziyê, santralên elektrîkê û çeperên leşkerên Ukraynayê hatin kirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku pergalên parastina hewayî yên Rûsyayê 40 bombeyên rêberkirî, 12 mûşekên 'HIMARS', 2 mûşekên 'Neptûn' ên dûr û 2 hezar 615 dronan xistine.

Wezaretê diyar kir ku di navbera 14-20'ê Adarê de li deverên cuda yên Donetsk û Sumiyê zêdetirî 8 hezar ukraynayî hatine kuştin.

(bb)