Li Dirbêsiyê amadekariyên Newrozê bi dawî bûn

Li bajarê Dirbêsiyê amadekariyên Newrozê bi dawî bûn û her wiha kom û hunermendên dê beşdarî pîrozbahiyê bibin diyar bûn.

20 adar, 2026   14:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya amadekariyên Newrozê ya bajarê Dirbêsiyê qad û rêyên diçin Amûde, Hesekê û Zirganê bi wêneyên şehîdan û alên kurdî xemilandin. Qada pîrozbahiyê ya li gundê Çolbistan jî amade kirine.

Koma Şehîd Zîlan a muzîkê ya Navenda Çand û Hunerê ya Dirbêsiyê, Koma Şehîd Silava ya govendê, Koma Şehîd Şoreş a Navenda Çand û Hunerê ya Til Temirê, Koma Artsax a Mala Çandî ya Ermenan û koma govendên Ermenan, hunermend Yara, hunermend Mihemed Omerî û hunermend Eymen Şêxo dê di pîzozbahiyê de derkevin ser dikê.

Endamê komîteya amadekar Silêman Xelîl li ser mijarê got: “Newroz di hemû pêvajoyan de sembola berxwedan û têkoşînê ye. Şehîd Mazlûm Dogan ji bo gurkirina agirê Newrozê û domandina ruhê berxwedanê feda kir. Newroza 2026`an jî dê bi ruhê berxwedanê yê Şêxmeqsûd û tevahiya Rojava were pîrozkirin.”

Xelîl agahî da ku ev zêdetirî 10 rojan e amadekariyên Newrozê dikin û dê xelkê Dirbêsiyê, Til Temir û Zirgan sibe (21 Adarê) Newrozê pîroz bike. Xelîl bang li tevahî şêniyan kir ku beşdarî Newrozê bibin.

ANHA