Rûspiyên Reqayê: Hevgirtina me ya civakî li hember êrişan pêwîstiyeke lezgîn e

Rûspiyên êlên Reqayê diyar kir ku li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker hevgirtina civakî bûye pêwîstiyeke lezgîn û got pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Rêveberiya Xweser re ne.

Rûspiyên Reqayê: Hevgirtina me ya civakî li hember êrişan pêwîstiyeke lezgîn e
14 mijdar, 2024   04:10
REQA
MIHEMED XELÎL

Hevgirtina civakî ya di navbera gelên herêmê de rêgezeke bingehîn a pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Ji ber ku hezkirinê û biratiyê di nava pêkhateyên herêmê yên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen de xurttir dike.

Rûspiyê êla El Sabxa ya kantona Reqayê şêx Tirkî El Sewan got: "Sûriye welatê pêkahteyan û kêmneteweyan e. Ji sedema bavê û kalên me vee m jiyaneke hevbeş dijîn. Tu cudahî di navbera Kurd, Ereb û êzidî de nîn e. Em bi hev re wekhev dijîn."

El Sewan diyar kir ku Rêveberiya Xweser hevgirtina civakî ya di navbera pêkhateyên herêmê de xurttir kir û komployên hêzên herêmî di serî de dewleta Tirk têk bir.

El Sewan wiha domand: "Ji destpêka avakirina Rêveberiya Xweser ve komplo dest pê kirin. Hem rejîma Sûriyeyê hem dewleta Tirk xwestin rêveberiyê têk bibin. Dewleta Tirk jî ji bo ku vê armancê bi dest bixe, gelek herêman ji Efrînê bigire heta bigihêje Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin."

Her wiha El Sewan diyar kir ku destkeftiyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo Tirkiye û hikumeta Şamê mîna sîleyeke mekin bû. El Sewan bi bîr xist ku hikumeta Şamê hewl dide fitneyê li herêmê derxe û bûyerên li Dêrazorê wek mînak bi bîr xist.

El Sewan ev li gotinên xwe zêde kir: "Gelê herêmê komployên li dijî wî tên kirin baş nas dike. Ew bi Rêveberiya Xweser, neteweya demokratîk, jiyana hevbeş û biratiya gelan re ye."

El Sewan bang kir ku li hember êriş û şeran divê xwedî li Hêzên Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser derkevin.

Rûspiyê êla El Bû Esaf a Reqayê şêx Hemed El Qerace got: "Bi gelemperî herêmên me bi awayekî hovane têne hedefgirtin. Êrişên herî dijwar sala 2019`an bû dema dewleta Tirk êriş kir û bajarên Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin."

El Qerace wiha domand: "Ew bi van êrişan dixwazin tevna herêmê parçe bikin. Demografiya wê biguherin, lê bi ser nakevin. Rêveberiya Xweser ji destpêkê ve, xwedî ramaneke azad û demokratîk e. Dijminên azadî û demokrasiyê her tim dixwazin wê tune bikin."

Di dawiyê de El Qerace got: "Hevgirtina me ya civakî ji serdema bav û kalan ve berdewam e. Li hember komplogeran û êrişên dewleta Tirk a dagirker, hevgirtina civakî pêwîstiyeke lezgîn e."

(şx)

ANHA