ji ber êrişan li Kantona Firatê mazot kêm bûye

Ehmed Reşo diyar kir ku beriya êrişan 25 tankerên mazotê ji kantona Cizîrê derbasî Firatê dibûn, lê piştî êrişan bi tenê 12 tanker derbas dibin.

ji ber êrişan li Kantona Firatê mazot kêm bûye
ji ber êrişan li Kantona Firatê mazot kêm bûye
ji ber êrişan li Kantona Firatê mazot kêm bûye
14 mijdar, 2024   07:10
KOBANÊ
SARIYA ŞÊXO

Dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe yên vê dawiyê yên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, binesaziya herêmê, stasyonên petrolê, ceryan, gaz û navendên xizmetguzariyê bombebaran kirin. 

Têkildarî bandora van êrişan a li ser sotemeniyê ya kantona Firatê cîgirê hevserokên Gerînendetiya Sotemeniyê ya Kantona Firatê Ehmed Reşo ji ajansa me re axivî.

Ehmed Reşo bi bîr xist ku Rêveberiya Xweser beriya ku zivistan dest pê bike, mazota ji bo germkirinê li şêniyan belav dike. Lê der barê êrişan de diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser cihê ptrolê gelek ziyan li ser petrolê kirin û ziyaneke gelekî mezin li welatiyan jî kir.

Reşo got her du rojan 12-14 tankerên mazota ji bo sobeyan derbasî kantona Firatê dibûn, lê ji ber êrişan miqdara mazotê kêm bû û wiha got: "Miqdara ku hatiye jî têra gelê kantona Firatê nake. Li gorî plansaziya gerînendetiyê û li gorî texmînan diviyabû niha tevahî gelê kantona Firatê mazot wergirta, lê ji ber êrişên dewleta Tirk belavkirina mazotê dereng ket û beşeke mezin a gel bê mazot e.”

Ehmed Reşo diyar kir ku heta niha 76 hezar kartên belavkirina mazotê hatine çapkirin, lê 61 hezar kart hatine nûkirin û got: "Nêzî 48 hezar malbatan mazot wergirtiye, lê nêzî 20 hezar malbat bê mazot mane.”

Reşo îşaret pê kir ku êrişên dewleta Tirk bandor li erebeyan jî kir û wiha domand: "Ji ber kêmbûna mazotê gelek cihên temîrkirina erebeyan rawestiyan. Lê çi tiştê ji me were xwestin em ê ji bo xizmeta gelê xwe her di nava tevgerê de bin. Em ê hewl bidin ji bo malbatên bê mazot mane, ji wan re mazotê peyda bikin."

`BERÊ 25 TANKERÊN MAZOTÊ DIHATIN, LÊ NIHA TENÊ 12 TÊN`

Ehmed Reşo bi bîr xist ku beriya êrişên 23’yê Cotmehê 2 rojan carekê tankerên mazotê derbasî kantona Firatê dibûn û got: "Nêzî 25 tankerên mazotê ji bo kargehan, erebeyên hatin û çûyînê û sobeyan derbasî kantonê dibûn. Lê niha bi giştî nêzî 12 tankerên mazotê ji me re tên. Em mecbûr dimînin hinekî bişînin firinan û beşekê ji bo qada çandiniyê veqetînin. Bi vî awayî cihê ku mazot pêwîst be em mazotê didin wan. Ji bo mazota sobeyan bigihêje şêniyan jî hewldanên me hene."

(bb)

ANHA