Rûspî û şêxên Igêdat: Kesên li ser navê me diaxivin temsîla me nakin

Şêx û rûspiyên eşîrên qebîleya Igêdat li ser wan lîstokên ku îdia dikin xelkê wê temsîl dikin hişyarî da û got ew li kêlek QSDˊê ne û nahêlin tu aliyên dijber ewlehiya herêmê têk bibin.

Rûspî û şêxên Igêdat: Kesên li ser navê me diaxivin temsîla me nakin
10 tebax, 2024   17:10
DÊRAZOR

Şêx, rûspî û xelkê qebîleya Igêdat di Dîwana Igêdat de dîwana şêx Raxib Ebdod El Cedan daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de êrişên komên ˊDîfa Watanîˊ û komên din ên girêdayî hêzên hikumeta Şamê li ser gundewarên rojhilatê Dêrazorê şermezar kirin.

Şêx Raxib El Cedan bi beşdariya bi dean xelkê qebîle, şêx û rûspiyên wê daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

"Em rûspî û şêxên qebîleya Igêdat û li ser navê xelkê eşîrên me, em piştgiriya xwe ji QSDˊê re li dijî êrişên komên Dîfa El Wetenî û komên din ên girêdayî hêzên hikumeta Şamê yên li dijî herêmên me nîşan didin. Ew malên sivîlan dikin armanc. Bi wê re gelek xelkê herêmê qetil kirin, saziyên sivîl û xizmetguzarî talan kirin ku herêmê bixin kontrola xwe.

Helwesta qebîleya me ya dîrokî her tim parastina mozaîka civakî li Sûriyeyê û parastina helwestên nîştimanî bû ku xwînrijandina Sûriyeyî ji tu aliyekî ve heram e. Di heman demê de em nahêlin tu aliyekî hewl bide yekitiya nîştimanî têk bibe û em ê li hember wan bisekinin.

Helwestên qebîleya Igêdat di nêzîkbûna navbera tevahî aliyan de rûmetdar bû û di tevahî astan de piştgiriya bingehîn da yekitiya nîştimanî. Her kesên îdia dike nûnertiya xelkê Igêdat dike û li ser navê wê li dijî xelkê qebîleyê diaxive em wan ji van lîstokan hişyar dikin, ew temsîla me nakin.

Qebîleya Igêdat bi dehan şehîd di nava QSDˊê de dan, parastina xakê kir û li dijî tevahî êrişan sekinî. Em ê di parastina herêmên xwe de li dijî tevahî gefan dewam bikin.

Divê tevahî xelkê Sûriyeyê rastiya wan aliyên hewl didin xwîna zêde ya sûriyeyiyan birijînin nas bikin, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û QSDˊê ji bo krîza Sûriyeyê bi rêya diyaloga navnxweyî ya Sûriyeyê çareserî pêşkêş kirin.

Ev êriş li dijî tevahî hewldanên diyalogê û dîtina çareseriyekê ji krîzê re ye."

(fr)

ANHA