Rûspiyên Tebqayê piştgirî da QSD’ê

Rûspiyên eşîrên Tebqayê li dijî êrişên hêzên hikumeta Şamê yên li ser Dêrazorê piştgiriya xwe bi QSD’ê re anî ziman.

Rûspiyên Tebqayê piştgirî da QSD’ê
10 tebax 2024   16:07
TEBQA

Eşîrên kantona Tebqayê bi daxuyaniyekê êrişên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî yên li ser Dêrazorê şermezar kirin. Daxuyanî li Parka Navenda Çand û Hunerê ya li bajarê Tebqayê bi amadebûna endamên Nîvîsgeh Têkiliyan a QSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat xwendin.

Rûspiyê eşîra Sexanî Fewaz El Bêg daxuyanî xwend û got: "Em şêx û rûspiyên kantona Tebqayê li dijî hewldanên tevliheviyê yên rejîma Baas û milîsên wê, bi serbilindî yekitî û hevgirtina xwe radigihînin. Ji ezmûn û mercên dijwar ku di ser me re re derbas bûn, îsbat bû hevgirtina me çeka herî bihêz a li hemberî hewldanên xirabkirina ewlehiya me û parçekirina me ye. Welat ji her tiştî buhatir e. Parastina wê erkeke pîroz e dikeve ser milê her ferdekî qebîle û eşîrên me."

Di daxuyaniyê de êriş û komkujiyên li gundên Dehla û Cidêdet Begara yên Dêrazorê hatin şermezarkirin  û hate gotin: "Qebîle û eşîrên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê li hemberî tevahî komployên dijmin bibin zinar û mertalên parastina welat."

(bb)

ANHA